Here naverokê

berhem

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /bɛɾˈhɛm/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ber·hem
[biguhêre]

berhem m

  1. Encama karekî; tiştê hatiye çêkirin yan çêbûye.
    Hevmane: ber, eser
    Îsal zeviyên me berhemek baş daye.
    Ev CD sêyem berhema hunermendê ye.
    • Hunermendek dema berhema xwe ava dike ne mumkune ku raman û helwestên xwe jî nexe di nav wê berhemê de ji ber vê yekê em nikarin berhemekê ji nivîskarê wê cuda bigirin. — (2015, Reşît Rojdar Yildiz, Di Helbestên Melayê Bateyî de Evîn û Hezkirin[1], Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi)
    • Gelekan ji wan zû de hevdu nedîtibûn, loma wan li kar û mijûliyên hev dipirsîn, guhertinên ku di wan de bûbûn meraq dikirin, gazin ji jiyana sirgûnê û têkiliyên sar ên ku berhemên jiyana sirgûnê ne dikirin. Heta ku hebekî xilbexilba wan kêm bû min ji wan daxwaz kir ku ew rabin û ji xwe re xwarinê bînin. — (Firat Cewerî (2014), Payiza Dereng, Avesta, rûpel 16)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina berhem
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî berhem berhem
Îzafe berhema berhemên
Çemandî berhemê berheman
Nîşandera çem. berhemê wan berheman
Bangkirin berhemê berhemino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî berhemek berhemin
Îzafe berhemeke berhemine
Çemandî berhemekê berheminan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Vê dawiyê bi riya medyayê ji soranî به‌رهه‌م (berhem).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “berhem”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[2], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press, rûpel 41

Werger

[biguhêre]