Here naverokê

çay

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Fincaneke çayê. (1)
Riweka çayê. (2)

çay m, ç-ya req

  1. (vexwarin) Vexwarinek e ku bi ava kelandî tê çêkirin û rengê wê nêzîkî qehweyî ye.
    Çaya tehl/bêşekir, çaya şîrîn, çaya zelal, çaya tarî, çaya germ, çaya sar.
    Fincaneke çayê, piyaleke çayê.
    Were em çayekê vexwin.
    Hişyar be, çay germ e, bi xwe de nerêje!
    • 2002, Laleş Qaso: Sê şev û sê roj, roman:
      "Di vê bêhnikê de çiqasî dixwest ku çaydanekî çayê vexwara û bi ser de tam qutiyeke tûtina Xursê bikişanda."
    • 2016, Mihemed Şarman, Pirça Winda, çapa 2an, Stembol: Avesta, →ISBN, rûpel 82:
      Got "heyran tu çi zû razayî, ka were em çayekê vexwin. Ez ji ser cî rabûm min got, "hema ez ji nizanim çawa di xew re çûme."
  2. (gulûgiya) Deviyek anku teraşek e ku ji pelênvexwarinek tê çêkirin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina çay
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çay çay
Îzafe çaya çayên
Çemandî çayê çayan
Nîşandera çem. çayê wan çayan
Bangkirin çayê çayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çayek çayin
Îzafe çayeke çayine
Çemandî çayekê çayinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha ça, hevreha soranî چای (çay) û چا (ça), zazakî çay û ça, farisî چای (çay) û چا (ça), tirkiya osmanî چای (çay) û چا (ça), tirkiya niha çay, siryanî ܟ݈ܐܝ‎ (çay), azerî çay, erebî شای (şay), peştûyî چای (çay), ûrdûyî چای (çay) û چا (ça), hindî चाय (çāy)û चा (çā), ermenî չայ (čʻay) (čʿay), gurcî ჩაი (čay), rusî чай (čaj) (čay), bulgarî чай (čay), romanî ceai (/çay/), tirkmen(istan)î çaý, qazaxî шай (şay), ozbekî choy, albanî çaj (/çay/), çekî/kroatî/slovakî/slovenî čaj (/çay/), sirbî ча̏ј (/çay/), portugalî chá... hemû ji çînî (bilêvkirina çîniya mandarînî: /chá/: çay, ça) û 茶葉 (/cháyè/: pelên çayê).

Heman peyva çînî di çîniya minanî de bi eynî awayî tê nivîsîn lê wek /tê/ tê gotin. Ew serekaniya peyva bi wateya "çay, ça" ya piraniya zimanên Rojavaya Ewropayê ye, bo nimûne: îngilîzî tea, fransî thé, almanî Tee, spanî , holendî thee, danmarkî/norwecî/swêdî te, fînlandî tee...

Çay ji Çînê li seranserî dinyayê belav bûye. Di rastiyê de teqrîben li tevahiya dinyayê peyveke ji heman peyva çînî wergirtî tê bikaranîn. Sebebê cudahiya peyvên rojhilatî û rojavayî ew e ku yên rojhilatî ji çîniya mandarînî lê yên rojavayî ji çîniya minanî hatine wergirtin.

Tevî ku bi giştî peyva bi wateya çay, ça di zimanên Rojavaya Ewropayê de wek "tea, thé, Tee..." be jî, vê dawiyê bi manaya hinek çayên taybet herwiha forma rojhilatî wek chai jî ketiye zimanên Rojavaya Ewropayê jî.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003), “çay”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • The World Atlas of Language Structures Online [2]
  • Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura

Herwiha binêre

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Hevok

[biguhêre]

çay

  1. (devokî) çawa , tu çawa ?

Etîmolojî

[biguhêre]

ça (2) + y ()

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Çay (1)

çay n

  1. (vexwarin) çay
  2. (gulûgiya) çay
[biguhêre]

çay

  1. (vexwarin) çay
[biguhêre]

çay

  1. (erdnîgarî) çem, ro, robar

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên çem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng: guhdar bike(file)
[biguhêre]

çay

  1. çay, ça