Here naverokê

Nimînok:Ferhengok

Ji Wîkîferheng

Ferhengokeke terimên di Wîkîferhengê de tên bikaranîn. Ji bo lînkkirina vê rûpelê şablona {{ferhengok}} bi kar bînin.

Nimînok: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z − Ḧ Ẍ '
akronîm, acronym
Kurtenavê ku ji herfên pêşîn ên çend kelîmeyan çêdibe û wek kelîmeyeke serbixwe tê xwendin. Nimûne NATO, UNESCO. Bide ber: #înîtîalîzm
artîkel, veqetandek, zêder
analîza şiklî
Etîmolojiya termekê ye ku li ser temela parçeyên wê yên nasbar ên di şiklê nûjen ê ziman de cih digirin hatiye avakirin; bêyî ku guherîna deng li ber çavan bê girtin, yanî pêkhateya wê ya senkronîk:
earth +‎ -en ji bo earthen (mîrasmayî ji îngilîziya navîn ji îngilîziya kevn)
bio- +‎ -logy ji bo biology (deyn ji Latîniya nû)
circle +‎ -ar ji bo circular (mîrasmayî ji îngilîziya navîn ji fransiya kevn û latîniya dereng), bi guherîna /əl/ ber bi /jəl/
Analîzên şiklî behsê vê yekê dike ku mirovên ku tarîxa kelîmeyekê nizanin, li xuyanga kelîmeyê ya îro dinêrin û wê li gorî parçeyên ku nas dikin tehlîl û ava dikin.
baneşan, #nîda
belavbûn ji zimanekî din, contamination
Guherîna şikl an maneya kelîmeyekê di bin tesîra kelîmeyeke din de. Nimûne bi îngilîzî female ji fransiya kevn femelle e, lê şiklê wê di bin tesîra male de guheriye.
binavkirî
Bi-nav-kirî. Formeke navdêrê ye. Kevirê min. Sêva te.
biwêj, #tebîr
bireser, #mefûl
Pêkhateya ku kar lê tê kirin. Nimûne Xecê sêv xwar. Kelîmeya sêv di vê cimleyê de bireser e. Bide ber: #kirde
cînav, #zemîr
cotreh
Kelîmeyên ku ji eynî rehî çêbûne lê belê bi riyên cuda ketine zimanekî. Bi îngilîzî doublet. Bide ber #hevreh
daçek, #edat
dariştin, dariştî
Çêkirina kelîmeyan bi pêşgir, navgir û paşgiran. Herwiha di etîmolojiyê de behsa wergirtinên kelîmeyan ji zimanên din dike ku ne diyar e rasterast hatiye deynkirin yan jî mîras maye.
deynkirina neadaptekirî, unadapted borrowing
Kelîmeya deynkirî ya ku bi şiklê zimanê jê hatiye girtin dimîne û li rêzik û bilêvkirina zimanê wergirtî nayê adaptekirin. Nimûne laptop.
deynkirina ortografîk, orthographic borrowing
Kelîmeya ku bi şiklê xwe yê nivîsandinê ji zimanekî din tê deynkirin, lê li gorî herfên wê tê xwendin, ne li gorî bilêvkirina zimanê ku jê hatiye girtin.
dijmane, #dijwate
Kelîmeyên ku maneyan wan zidî hev in yanî %100 cuda ye. Nimûne mezin û biçûk dijmaneyên hev in.
dijwate, #dijmane
Kelîmeyên ku maneyan wan %100 cuda ye. Nimûne mezin û biçûk dijwateyên hev in.
edat, #daçek
elîpsîz, ellipsis
Avêtina kelîmeyekê ji tebîrekê, ku mana tebîra temam li kelîmeya mayî bar dibe. Nimûne private ji private soldier.
emilandina xelet, emilandinên xelet

Kelîmeyên ku ji aliyê çavkaniyên preskrîptîv ve xelet tên qebûlkirin û dibêjin divê neyên emilandin. Bide ber îngilîzî proscribed.

fail, #kirde
Unsira ku di cimleyekê de karî dike. Nimûne Xecê sêv xwar. Kelîmeya Xecê di vê cimleyê de fail e. Bide ber: #mefûl
fiîl, #lêker
Kelîmeyên ku nîşanê kirinê an bûyînê dikin. Nimûne: Min sêv xwar. Li vir "xwarin" fiîl e ji ber ku karê xwarinê îfade dike.
girêdek
gerguhêz, gh
Fiîla ku mefûlê werdigire. Nimûne: Min sêv xwar. Li vir "xwarin" gerguhêz e ji ber ku dikare bi "sêv" were bikaranîn.
hevmane, #hevwate
Kelîmeyên ku maneya wan eynî ne. Nimûne ciwan û xweşik
hevdeng
Kelîmeyên ku wekî kelîmeyeke din tên bilêvkirin lê nivîsîn, mane an jî rehê wan ji hev cuda ne.
hevreh
Kelîmeyên ku ji heman kelîmeyê çêbûne.
hevwate, #hevmane
Kelîmeyên ku wateya wan eynî ne. Nimûne ciwan û xweşik
hoker, #zerf
înîtîalîzm, initialism
Kurtenavê ku herfên wê yek bi yek tên xwendin. Nimûne BBC. Bide ber: #akronîm
kirde, #fail
Unsira ku di cimleyekê de karî dike. Nimûne Xecê sêv xwar. Kelîmeya Xecê di vê cimleyê de kirde ye. Bide ber: #bireser
keysa herfê
Halê hûrdek an girdek ya peyvê.
lêker, #fiîl
Kelîmeyên ku nîşanê kirinê an bûyînê dikin. Nimûne: Min sêv xwar. Li vir "xwarin" lêker e ji ber ku karê xwarinê îfade dike.
mefûl, #bireser
Unsira ku kar lê tê kirin. Nimûne Xecê sêv xwar. Kelîmeya sêv di vê cimleyê de mefûl e. Bide ber: fail
metatez, metathesis
Guherîna cihê dengên nav kelîmeyekê. Nimûne di kurmancî de berf û befr.
mê, m
Navdêrên ku zayenda wan li gorî mê ditewe. Herwiha bnr. mn, nêr.
mê û nêr, mn
Navdêrên ku zayenda wan li gorî hem mê hem nêr ditewe. Herwiha bnr. mê, nêr.
navdêr
Navên tişt (sêv, heywan, qedeh) yan mefhûman (dilşadî, bextiyarî hwd.) di rêzimanê de.
navgir
navmiletî
Kelîmeyeke deynkirî ya ku di çend zimanan de bi mane û etîmolojiyeke eynî an jî nêzîkî hev derbas dibe, bi gelemperî ji ber peydabûna çend deynkirinên hevdem û/an zincîreyeke deynkirinên li pey hev ku zû diqewimin çêdibin. Di netîceyê de dibe ku peydakirina eslê rast a etîmolojîk a terimekê zimanekî zor an ne mimkûn be. Wek nimûne doktor, otêl, înternet, taksî, an televîzyon.
nebinavkirî
negerguhêz, ngh
Lêkera ku bireserê wernagire. Nimûne: "Ez diçim mektebê" li vir çûn negerguhêz e.
neqiyasbar
Rengdêrên ku formên wan yên bi -tir, -tirîn an herî tune.
nêr, n
Navdêrên ku zayenda wan li gorî nêr ditewe. Herwiha bnr. mê, mn.
nêtar, nt
Navdêrên ku zayenda wan ne nêr û ne jî mê ye.
nêzîkî ~
Îşareta ~ (tîlde), wextê tê pêşiya salekê, tê maneyê ku ev sal tam ne belî ye.
nîda baneşan
nomînalîzasyon, nominalization
Çêkirina îsmekê ji kelîmeyeke cureyeke din, bi taybetî ji fiîlekê an sifetekê. Nimûne xwendin ku hem fiîl e hem îsm.
paşgir
paşvesazî
Çêkirina peyvên nû bi kurtkirina peyvên heyî. Nimûne ajo ji ajotin.
pêkhatî, pêk
Çêkirina peyvên nû bi lihevanîna du an zêdetir peyvan.
pêşgir
pirjimar
pirtik
purîzm
Kelîmeyên ku bi armanca purîzma zimanî ji bo terikandina kelîmeyên qedîm û yên deynkirî tên bikaranîn.
qusandin
Kurtkirina peyvekê bi avêtina çend herfan e û maneya peyvê naguherîne. Nimûne Miho ji Mihemmed.
redûblîkasyon, reduplication
Çêkirina kelîmeyekê bi dubarekirina kelîmeyekê an parçeyekî wê. Nimûne hêdî hêdî.
rengdêr
serenav
Cureyekî navdêran e ku îşaretê peyvên yekane mîna Iqlîdes, Mihemed dike. Serenav di kurmancî de bi herfên girek tên nivîsîn.
sic
Hokereke latînî ku tê maneya "lewma". Bi edetê di nav [ de tê nivîsin û mirov dixwaze bibêje ku ew peyv ne xeletiya kesa ku nivîsekê kopî dike ye, nivîs ji orîjînalê bêyî guhartinê hatiye wergirtin.
sormancî
Tevlihevkirina soranî û kurmancî di zimanê nivîskî de, xisusen bikaranîna kelîmeyên soranî di kurmancî de yan jî yên kurmancî di soranî de ku xelkê kurmancîziman û soranîziman nizanin.
tebîr, biwêj
tewandin
tewîn
têkilkirin
Çêkirina peyvekê bi riya tevlîkirina du peyvan. Nimûne tirkmancî ji tirkî + kurmancî.
translîterasyon, transliteration
Veguhastina kelîmeyekê ji alfabeyekê bo alfabeyeke din, herf bi herf. Nimûne خانه → xane.
ûnîverbasyon, univerbation
Çêbûna çend kelîmeyên ku pir caran li pey hev tên wek kelîmeyeke yekane. Nimûne îro ji ev ro, îsal ji ev sal.
wergirtina wateyê, wergirtin
Berfirehtirkirina wateya peyveke heyî bi riya wergerandina ji zimanekî din.
xweşbêjî an (edebî kelam)
Peyv û derbirînên li şûna peyveke din ji bo veşartina maneya nexweş an bişerm tên bikaranîn.
wergerandina yekser, yekser
Çêkirina peyveke nû bi riya wergerandina ji zimanekî din.
zayend
Awayekî sinifandina navdêran di zimanê kurdî û hin zimanên din de ye. Sê cure zayend mê, nêr û mê û nêr di zimanê kurdî de hene. Zayenda nêtar di hin zimanên din hene lê di kurdî de tune.
zemîr, cînav
zerf, #hoker