paşvesazî
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]| Tewandina paşvesazî | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | paşvesazî | paşvesazî |
| Îzafe | paşvesaziya | paşvesaziyên |
| Çemandî | paşvesaziyê | paşvesaziyan |
| Nîşandera çemandî | wê paşvesaziyê | wan paşvesaziyan |
| Bangkirin | paşvesaziyê | paşvesaziyino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | paşvesaziyek | paşvesaziyin |
| Îzafe | paşvesaziyeke | paşvesaziyine |
| Çemandî | paşvesaziyekê | paşvesaziyinan |
paşvesazî m
- (zimannasi) Çêkirina peyvên nû bi kurtkirina peyvên heyî.
- Ajo paşvesaziyek e ji peyva "ajotin".
- Loma di vê xebatê de rêbazên ku bi gelemperî di binbeşa peyvsaziyê de tên lêkolînkirin ên wekî dariştin, kurtkirin, guhastin, dubarekirin, wergirtin (qerzkirin), paşvesazî, qusandin, sernavî, kesnavî û ww bi nimûneyan ve hatine şirovekirin — (2023, Ömer Delikaya, Destpêkek ji bo Peyvsazîya Kurmancî[1], Peywend, ISBN 9786256963146)
- Di hin çavkaniyan de (Balcı, 2018: 162; Plag, 2002: 22) rêbazên Dubarekirin, Paşvesazî, Têkilkirin, Qusandin û Kurtkirinê jî di bin sernavê dariştinê de hatine rêzkirin û wan wekî rêbazên bêgireyî (ing. non-affixation, tr. eklemesiz) bi nav kirine. — (Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî, Morfema '-î'yê di Peyvsaziya Kurmancî de [arşîv], 2024, Halil Akgül, hj. 10, r. 159)
Etîmolojî
[biguhêre]Wergerandina yekser ji îngilîzî back-formation.
Werger
[biguhêre]- Îngilîzî: backformation → en, back-formation → en
- Tirkî: geri türetme