Here naverokê

cot

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈd͡ʒoːt/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: cot
[biguhêre]
cotekî goreyan (1)

cot n

  1. du tiştên bi hev re, du tiştên hev temam dikin, zo
    cotek pêlavandu pêlav, yek bo piyê çepê û yek jî bo yê rastê
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Dê ji can destan bişût xasma kevan nûbar-i bit
      Wer ji qewseynan bi mîzan bêne der cotek xedeng
      Dê ceger bit pare pare sîne tar û mar-i bit
    • 2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 63:
      ...tivinga xwe jî cot gule tijî kiriye.
  2. du kesên li gel hev,
    jinûmêr yan kurheval û keçhevalên hev
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), bernameya Tropico di televizyona Kurd1 de, (9/2009):
      Min tenê pirsî ji ber ku hûn cotekî baş in.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina cot
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cot cot
Îzafe cotê cotên
Çemandî cotî cotan
Nîşandera çem. cotî wan cotan
Bangkirin coto cotino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cotek cotin
Îzafe cotekî cotine
Çemandî cotekî cotinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *yug-ta- û *yeug- (bi hev re meşîn/bezîn), proto-îranî *yuxte- ku herwiha serekaniya yuxte- ya avestayî, cuxte- ya farisiya kevn, جفت (cuft) ya farisî û cot ya kurdî ye. çift ya tirkî ji farisî ye. Nimûneyeke din jî ku di farisî de -ufthevbera -otya kurdî ye: gotin bi farisî گفتن (guften) e. Heman rehê proto-hindûewropî serekaniya zewac ya ji erebî ye jî.

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: جووت (cût)
  • Kurdiya başûrî: cuft
    Şêxbizinî: cuft (/cuft/, /cift/)

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Cot

cot n

  1. kêlana zeviyan bo çandinê

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina cot
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cot cot
Îzafe cotê cotên
Çemandî cotî cotan
Nîşandera çem. cotî wan cotan
Bangkirin coto cotino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cotek cotin
Îzafe cotekî cotine
Çemandî cotekî cotinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji cot (du tişt bi hev re) ji ber ku cotê zeviyan berê bi du gayên bi hev ve nîrkirî dihat kirin.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

cot nt

  1. (anatomî) enîşk

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

cot

  1. textê biçûk, textrewan, kalan [1]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah
[biguhêre]

cot nt

  1. (anatomî) enîşk