gotin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

gotin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -bêj-
RP.
Niha
ez dibêjim
tu dibêjî
ew dibêje
em, hûn, ew dibêjin
Fermanî Yekjimar bibêje
Pirjimar bibêjin
Rehê dema borî: -got-
RP.
Boriya
sade
min got
te got
wê/wî got
me, we, wan got
Formên din: Tewandin:gotin

gotin lêkera xwerû, gerguhêz, t-ya nerm

  1. Bi dengekî normal peyivîn (bêyî qîrîn, stirîn yan pistîn).
  2. Anîn ziman, bi alîkariya ziman peyamek derbirin.
    Di nivîsê de tê gotin ku...
  3. Eşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin.
    razê ji kesî re nebêje.
  4. Ferman dan, emir kir.
    got: du kîlo sêv bîne.
  5. Texmîn kirin, bawer kirin.
    Ez dibêjim ku ew êdî nayê.
  6. Peyamek giring ragihandin.
    Bi seetan diaxive lê tiştekî nabêje.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Her wekî hatiye gotin bê hîsab
    Lê neşêm bêjim jî tetwîla Kîtab
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

GOTIN: Hevreha avestayî geob-, farisiya kevn geub-, bi pehlewî goften, guften, farisî guften, ji zimanên îranî. Li gor Chyet belkî hevreha weep/wept (girîn, rondik barandin) ya îngilîzî be.

-BÊJ-: hevreha hewramî watey û rehê wê yê dema niha -waç-, zazakî vatene û rehê wê yê dema niha -vaj-, pehlewî waz- (binere: awaz), avestayî wac-, sanskrîtî वच् (vac: axivîn) û वक्ति (vakti: ew diaxive), latînî vox, hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ-.

"Gotin" ya kurmancî, "gutin" ya soraniya Mukriyan û "guften" ya farisî hevreh in. "-uft-" ya farisî di kurmancî de wek "-ot-" e û di soranî de "-ut-" e. Bo nimûneyeke din jî: bi farisî "cuft" û bi kurmancî "cot" û bi soranî "cut" loma bi farisî "guften" û bi kurmancî "gotin" û bi soranî "gutin" e jî.

Rehê dema niha yê lêkera "gotin" hem di kurmancî de (di-BÊJ-im) û hem jî di soranî de (de-LÊ-m) awarte anku istisna ye. Lê di farisî de ne awarte ye "guften > mî-GUY-im).

Eger di kurmancî û soranî de rehê dema niha yê "go-tin"ê ne awarte bûya, ew ê di kurmancî de "-goj-" û di soranî de "-guj-" bûya wek çawa ku "avê-tin" dibe "-avêj-", "rêtin" dibe "-rêj-", "patin/pehtin" dibe "-pêj-" û "bêtin" (li bêjingê kirin) dibe "-bêj-" ku "bêjing" jî jê çêbûye.

"Watey" ya hewramî û rehê wê yê dema niha "-waç-" li gel "vatene" ya zazakî û rehê wê yê dema niha "-vaj-" ne awarte ne û herdu ji eynî rehî ne. Ew wek "rêtin, bêtin, patin" yên kurmancî ditewin anku rehê xwe yê dema niha digirin.

Forma rader/mesder "gotin" ya kurmancî û "gutin/wutin" yên soranî li gel formên demên borî (wek "got, gotiye, gotibû") ihtimal e ku ji farisî hatine û wan cihê "bêtin" (bi maneya "gotin") ya kurmancî û formên wê yên dema borî (wek *bêt, bêtiye, bêtibû) girtiye û ew winda kirine. Lê rehê dema niha "-bêj-" her maye.

"Bêtin" (eger hebûya) û rehê wê yê dema niha "-bêj-" hevrehên "watey/-waç-" ya hewramî û "vatene/-vaj-" ya zazakî ye ji ber ku li hemberî "b" ya kurmancî di hewramî de "w" û di zazakî de "v" heye:

  • kurmancî: baran, hewramî: waran, zazakî: varan
  • kurmancî: befr/berf, hewramî: wewre, zazakî: vewre

Herwiha "ê" ya kurmancî gelek caran di hewramî û zazakî de wek "a" ye, wek kurmancî "hêk", zazakî "hak".

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gotin gotin
Îzafe gotina gotinên
Çemandî gotinê gotinan
Nîşandera çemandî gotinê wan gotinan
Bangkirin gotinê gotinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gotinek gotinin
Îzafe gotineke gotinine
Çemandî gotinekê gotininan

gotin

  1. Axiftin, peyivîn
    Min ti ji gotina wî fam nekir.
  2. Peyv, kelîme, bêje, çeko.
    Maneya vê gotinê çi ye?
  3. Peyam, mesaj.
    Gotina wî ji me re hat.
  4. Pend, şîret.
    Divê zarrok bi gotina dêbavên xwe bikin.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


peyv, bêje, kelîme: