di
Kurmancî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
Pêşdaçek[biguhêre]

di
- di ... de, di ... da, cihê tiştekî di tiştekî de diyar dike
- Pêlav di kartonê de ne.
- di ... ve, di ... va, cihê tiştekî di cihekî sergirtî de diyar dike
- Du kes di odeyê ve bûn.
- di ... re, di ... ra, rêya derbazbûnê diyar dike
- Em di wê derê re çûn.
Herwiha[biguhêre]
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Bikaranîn[biguhêre]
- Cudahiya daçekên "di" û "li" ew e ku "li" wî cihî diyar dike ku tiştek lê ye lê "di" wî tiştî diyar dike ku tiştek tê de ye. Loma em dibêjin "li gund, li bajarî, li Kurdistanê" (ji ber ku ew cih in) lê "di kitêbê de, di qutiyê de, di devê wî de" (ji ber ku ew tişt in).
Bide ber[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha soraniya mukriyanî de / ده, zazakî de (paşdaçek e), farisî در (der), kurtkirina اندر (ender), pehlewî ender, pazendî eṇder, hexamenişî e(n)ter, sanskrîtî अन्तर् (enter), yûnaniya kevn ἔντερον (ênteron), ermenî ընդերք (indêrk: hinav), latînî interus, intra... hemû ji proto-hindûewropî *énteros ku herwiha serekaniya peyvên hindir û hinav yên kurdî ye, ji proto-hindûewropî *én ku serekaniya li ya kurdî ye + *-teros ku çavkaniya -tir ya kurdî ye. Bo ketina r ji peyvên kurdî, bide ber îca ji îcar yan vêca ji "vê carê", bo ketina "-er" ji peyvê bidin ber kurmancî "xweh" (xuşk) û farisî "xʷaher". Nêzîkiya dengî ya "di" ya kurdî ya pêşdaçek li gel -da / -de ya tirkî ya paşdaçek tesedifî ye. Herwiha binêre: bi, ji, li...
Pêşpirtika berdewamiyê ya lêkeran "di-" (wek "di-k-im, di-got") jî ihtimalen ji "di" ya daçek e: "di-got" anku "di prosesa gotinê de bû", "di-çim" yanî "di prosesa çûnê de me." Ew ne hevreha hevwateya xwe ya "mi-, me-, mî-" ya hin zimanên din yên îranî ye, bo nimûne farisî "mî-konem" (di-kim) yan "mî-goft" (di-got). Ev ji "heme-" (herdem, hemîşe, daîmen") e.
Werger[biguhêre]
- Afrîkansî: in → af, binne → af, op → af, per → af
- Albanî: në → sq
- Inglîzî: ?a- → en, ?darlingly → en, ?hunch → en, ?leakiness → en, ?liberality → en
- Farisî: ?داخل → fa, ?در → fa
- Almanî: in → de, nach → de, pro → de, zu → de, bei → de, im → de
- Inglîziya kevn: in → ang
- Erebî: في → ar (fî), ?الوتد المفروق → ar, ?داخل → ar
- Katalanî: a → ca, en → ca, dins → ca, dintre → ca
- Danmarkî: i → da
- Spanî: dentro de → es, en → es, a → es, por → es
- Ferî: í → fo
- Fînî: -ssa → fi, -ssä
- Fransî: در (der)
- Frîsî: yn → fy
- Gaelîka skotî: anns → gd
- Yûnanî: μέσα → el (mésa)
- Îdoyî: dum → io
- Îzlendî: að → is, i → is
- Îtalî: a → it, dentro → it
- Malezî: di → ms
- Mayayiya yukatekî: ich, ichil
- Tirkî: ?alümin → tr, ?telliir → tr, ?malı götürmek → tr
- Holendî: in → nl, binnen → nl, per → nl, te → nl, op → nl
- Norwecî: i → no, på → no
- Oksîtanî: dins → oc, dedins → oc, dintre → oc
- Papyamentoyî: den → pap, na → pap, pa → pap
- Polonî: w → pl
- Portugalî: dentro de → pt, em → pt
- Romanyayî: în → ro, prin → ro
- Rusî: в → ru (v), на → ru (na)
- Swêdî: i → sv
- Swahîlî: katika → sw, ndani ya → sw
- Tagalogî: sa → tl, sa loób → tl
- Tirkî: -da, -de, -ta, -te
Pirtik[biguhêre]
di
- pirtikeke rêzimanî ye ku di hin devokan de li gel cînav û navdêrên pirhejmar tê bikaranîn
- Ew di baş in. (Ew baş in)
- Ev kitêbên di min in. (Ev kitêbên min in)
Jê[biguhêre]
Werger[biguhêre]
3. ya/yê/yên di[biguhêre]
di
- Guhartoyeke din.
[biguhêre]
di nêr
Zazakî[biguhêre]
Hejmar[biguhêre]
di
Binêre herwiha[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Binêre: du