por

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurmancî[biguherîne]

Navdêr 1[biguherîne]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî por por
Îzafe porê porên
Çemandî porî poran
Nîşandera çemandî porî wan poran
Bangkirin poro porino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî porek porin
Îzafe porekî porine
Çemandî porekî porinan
Keçek porê xwe şe dike.

por nêr

  1. Mûyên bi serê mirovan ve.
    • porê dirêj û delal
    • porê reş, porê sor, porê zer, porê spî
    • por şe kirin, por şane kirin
    • por kurr kirin (kurt kirin)
    • por tiraşîn
    • por weşîn / werîn
    • por dirêj bûn, por hatin

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Awayên por[biguherîne]

Ji bo mêr:

  • Efserî
  • Gurî
  • Keçel
  • Pehn
  • Por dirêj
  • Alabros
  • Şût
  • Resta

Ji bo jin:

  • Kin
  • Sermil
  • Derdekî
  • Gangilok
  • Doqik
  • Gomtil
  • Gûrz
  • Badayî
  • Topika por
  • Teriya hesp
  • Honayî
  • Hevrêsî
  • Cotê Hona
  • Veçinî
  • Xingalokî

Hevwate[biguherîne]

Têkildar[biguherîne]

Binere herwiha[biguherîne]

Ji[biguherîne]

hevreha pehlewî vers, avestayî verise-, sogdî v'rs, farisî گرس (gurs) ji proto-hindûewropî *uel- (por, pirç, pûrt ku hemû ji heman rehî ne). Herwiha hevreha peyva bi heman maneyê di gelek zimanên slavî de: rusî волос (volos: pirç, por), polonî: włos, çekî û slovakî vlas, slovenî las. Hirî ya kurmancî jî her ji eynî rehî ye û wisa hevreha wool ya inglîzî û gelek peyvên bi heman maneyên yên zimanên hindûewropî ye. Bo zêdetir agahiyan, binere: hirî.

Çavkanî: Pokorny, peyva *uel-

[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Navdêr 2[biguherîne]

por

por zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: m û nêr, z=nt: nêtar)

  1. (Balinde) evdal, firrindeyek nêçîrê yê mîna kewan ji nijada mirîşkan e,
    dirêjiya wî 33 ta 37  cm e û kûvî ye lê ne koçer e
  2. Navek jinan e.

Navê zanistî[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

  • Soranî: por

Werger[biguherîne]

Rengdêr[biguherîne]

por

  1. poş, veşartî, niximandî, girtî, nepenî
    • Keçikê porê xwe por kiriye. (Pirça xwe niximandiye.)

Bikaranîn[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Zazakî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

por

  1. por (por)

Esperantoyî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

  • IPA: /por/
  • Jihevqetandin: por

Daçek[biguherîne]

por

  1. ji bo, bo
    • La edzo donis al sia edzino perlan kolĉenon por Kristnasko.
      Mêr ji bo Gaxanê ji jina xwe re gerdeniyeke durî da.

Ji[biguherîne]

Ji frensî por.

[biguherîne]

Spanî[biguherîne]

Daçek[biguherîne]

por

  1. bo, ji bo
  2. ji aliyê ... ve