Here naverokê

mirîşk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /mɘˈɾiːʃk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: mi·rîşk
[biguhêre]
Mirîşk û çûçelkên xwe.

mirîşk m, r-ya nerm, k-ya nerm

  1. (teyr) Mirîşkên kedî: firindeyek kedî ye ji ber hêkên wê li malan têt xwedîkirin û dengê wê "qid-qid" e.
  2. (teyr) Binemala mirîşkan: gelek firindeyên kedî û yên kûvî yên ku ji nijada mirîşkan in, wek kew, sûsk û hwd. Yên ku li bejayiyê dijîn û kêmfirr in.
  3. (mecazî) Mirovanewêrek û sernerm.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina mirîşk
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mirîşk mirîşk
Îzafe mirîşka mirîşkên
Çemandî mirîşkê mirîşkan
Nîşandera çem. mirîşkê wan mirîşkan
Bangkirin mirîşkê mirîşkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mirîşkek mirîşkin
Îzafe mirîşkeke mirîşkine
Çemandî mirîşkekê mirîşkinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji *mir (teyr, çivîk) +‎ -îşk, hevreha soranî مریشک (mirîşk), hevrehên din yên kurmancî mamirk, miravî, sîmir, herwiha hevreha soranî مه‌ل (mel, çûk, çûçik, teyr), farisî مرغ (morẍ, mirîşk) û مرغابی (morẍabî, miravî), pehlewî mroẍ / murv, avestayî mirige-, hemû ji zimanên îranî.

Yên biçûk

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya chicken a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

(teyr)