Here naverokê

deng

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Gotareke li ser deng di Wîkîpediya kurmancî de heye.

deng n

  1. Tiştê dikare bê bihîstin anku guhlêbûn.
    Hevmane: pêjn, sewt, awaz, seda, dey, gazî, bang, hawar
    Deng jê nedihat.
    Dengê wî bo stranan gelek xweş e.
    Dengê xuşîna avê.
  2. Bijartina fermî bo yan dijî tiştekî yan kesekî.
    Hevmane: ray
    Te dengê xwe di hilbijartinan de bi kar anî? ― Te kesek bijart?

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina deng
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî deng deng
Îzafe dengê dengên
Çemandî dengî dengan
Nîşandera çem. wî dengî wan dengan
Bangkirin dengo dengino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dengek dengin
Îzafe dengekî dengine
Çemandî dengekî denginan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ده‌نگ (deng), farisî دنگ (deng), osetî deng, zazakî veng, pehlewî veng, têkilî bang, zazakî vac- ku rehê dema niha ji lêkera vatene (gotin) e, avestayî veçeh-, sanskrîtî vac-, îngilîzî "voice", latînî "vox"... hemû ji proto-hindûewropî.

Çavkanî: Cheung p.404, Horn p.41, Watkins p.97, Etymonline
Hevreh: bang, gotin

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya voice a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya vote a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

deng m

  1. (amûrê pêkutana danî) Guhartoyeke ding.

Rengdêr

[biguhêre]

deng

  1. hevber, wekhev, beraber, miadil

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]