Here naverokê

mirov

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /mɘˈɾoːv/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: mi·rov
[biguhêre]
Du mirov.
Gotareke li ser mirov di Wîkîpediya kurmancî de heye.

mirov m yan n li gorî maneyê

  1. Cureyên aîdî sinifa memikdaran in ku bi xisûsiyetên jêrîn têne karakterkirin: birêveçûna tîk, ziman, kreatîvî, besîret û teqlîdkirin.
    Hevmane: însan, beşer, ademîzad, benderuh, ademî, benîadem
    • 1937, Têmûrê Xelîl Mûradov, Nezerê Mêrxas:
      Dawetvan dipirsin, dixwazin bizanibin ku kî ye ev mervê ecêbî nenas.
    • 2024, Sevim Hatun Sürücü, “Mecîdê Hemgulî: Jiyan, Dengbêjî û Bernivîsandina Destana Mihemed Emîn (Leyla û Mecrûn)”, li ser Kurdiyat[1], hejmar 10, →DOI, →ISSN, ji orjînalê di 5 îlon 2026 de hatiye arşîvkirin, di 5 îlon 2026 de hatiye gihiştin, rûpel 44 ji 41–65:
      Mecîdê Hemgulî mirovekî welathez û milethez e. Xwarzên wî ji bo wî dibêjin “Xalê me di gund da merivekî zerarsiz bû. Hezkiriyê miletê xwe bû, gund gî jê hez dikirin. Qîmet didanê. Însankî mehbûb bû” []
  2. (malbat) Kesên ji binemalê yan xwînê ve nêzî hev.
    Hevmane: xizm, lêzim, eqreba, kesûkar

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina mirov
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mirov mirov mirov
Îzafe mirova mirovê mirovên
Çemandî mirovê mirovî mirovan
Nîşandera çem. mirovê mirovî wan mirovan
Bangkirin mirovê mirovo mirovino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mirovek mirovek mirovin
Îzafe miroveke mirovekî mirovine
Çemandî mirovekê mirovekî mirovinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Têkildarî mirin

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya man a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya relative a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.