Here naverokê

mêr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/mɛ:r/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: mêr
[biguhêre]
Mêrekî kurd (1934).

mêr n

  1. Mirovên nêr (bi taybetî yên mezin).
    Hevmane: zelam
    • Mêr li qata jêr, li salonê rûniştine, jin jî li jor. — (Mehmed Uzun (2002), Bîra qederê, Weşanên Nefel, rûpel 15)
    • Mêr û xortên gund bi bejn û bala Karê ya zirav, bi demê wê yê qemer û çavên wê yên belek, kenê li ser demê wê ve heyr-hijmekar man. — (Egîdê Xudo ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?)), Dê û Dêmarî, Weşanên Nûdem)
    • Minetê negre, eşkere bike, ez mêrê xeyîdê nînim, ne jî ew mirov im, ku ji min bitirsin. — (Frîda Hecî Cewarî (2010), Bîranînên Min, Weşanên Lîmûş, rûpel 118)
  2. Hevserê jinekê, şûyê jinekê.
  3. Camêr, xweşmêr, wêrek, gernas, egîd, qehreman, dilêr[1]
    • Ew mêrek bi sed mêran e.
    • An mêrê xas be, yan bivir û das be, yan jî bibmire xwe re xilas be — (Pîrepend)
    • (...) qedandina xwarina ji qawişan re diçû mecbûrî bû, eger mêr hebana wê ew xwarin neqedandina an jî bavêtana. — (Bûbê Eser (2002), Gardiyan, Weşanxaneya Nefel)
  4. xurt, serdest, metirsî
    • Mêr du celeb in, mêrê mêrkuj, mêrê xwekuj
      [2]
    • Ma bi a te ew jî mêr e û dikane mêran bikuje? — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem, rûpel 24)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina mêr
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mêr mêr
Îzafe mêrê mêrên
Çemandî mêrî mêran
Nîşandera çem. mêrî wan mêran
Bangkirin mêro mêrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mêrek mêrin
Îzafe mêrekî mêrine
Çemandî mêrekî mêrinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *mórtyos, têkilî peyvên mirov û mirin. Hevreha sanskrîtî मर्त्य (mártya), avestayî 𐬨𐬀𐬴𐬌𐬌𐬀‎ (maṣ̌iia), farisiya kevn 𐎶𐎼𐎫𐎡𐎹 (m-r-t-i-y /martiya/).

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya man a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya husband a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê

[biguhêre]

mêr

  1. (kurmanciya navendî) Forma çemandî ya diyar ji peyva mar (1)
    Mêr bikuje/nekuje!Marî bikuje/nekuje!
    Ez êdî mêr nabînim.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhenga Hemîdî Kurdî-Kurdî Yusif Diyadîn Paşa - Amadekar û Wergêr: Jan Dost, Weşanên Dara 2017
  2. ^ Ferheng Celadet Alî Bedirxan, Avesta 2009