mirin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • (Navdêr û lêkera rader) IPA(kilîd): /mɪˈɾɪn/

Lêker[biguhêre]

mirin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -mir-
RP.
Niha
ez dimirim
tu dimirî
ew dimire
em, hûn, ew dimirin
Fermanî Yekjimar bimire
Pirjimar bimirin
Rehê dema borî: -mir-
RP.
Boriya
sade
ez mirim
tu mirî
ew mir
em, hûn, ew mirin
Formên din: Tewandin:mirin
Emeliyatkirina kesek mirî.

mirin lêkera xwerû, negerguhêz

  1. (mirov, heywan, riwek) êdî nejîn, êdî nejiyan, li jiyanê neman, ji jiyanê çûn, jiyan sekinîn, jiyan rawestîn
    Bapîrê te miriye yan hê jî dijî?
    Celadet Elî Bedirxan sala 1897 li Stenbolê ji dayik bû û sala 1951 li Şamê mir.
    Kerê me par mir.
    Dara li hewşê hişk bûye û miriye.
  2. hatin kuştin
    Di şerî de gelek kesên bêgunehdimirin.
  3. qir bûn, biriyan, birihan, qelîn, qeliyan, kokbir bûn:
    Dînozor berî 60 milyon salan mirine.
    Gelê kurd bi top û teyareyên dijmin namire.
  4. heyran bûn, bendewar bûn, pir hêvî kirin, zêde xwestin.
    Em bo rojeke azadiyê dimirin!
  5. xwe gorî kirin, xwe qurban kirin, xwe canfida kirin
    Bi hezaran xortên kurd bo Kurdistanê mirine.
  6. êdî neman yan qels û lawaz bûn
    Evîna wan miriye.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

  • Mirin dîkê spî ye, li devê deriyê herkesî ye.
  • Mirin kerê etaran e, li ber deriyê malan e.

Tewîn[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

hevreha soranî مردن‎(mirdin‎), kurdiya başûrî mirdin, lekî mirdin, zazakî merden, merdene, hewramî merday, farisî مردن‎‎ (berê "murden", niha "morden"), tacikî мурдан (murdan), pehlewî murden, peştûyî مړل‎‎ (mṛǝ́l), avestayî 𐬨𐬀𐬭(mer-), sanskrîtî मरति (marati), hindî मरना (mernā), ûrdûyî مرنا‎(mrnā‎) (merna), ermeniya kevn մեռանիմ (meṙanim), ermeniya niha մեռնել (meṙnel), hîtîtî 𒈨𒅕𒍣 (me-er-zi /merzi/), lîtwanî mirti, latviyayî mirt, çekî mřít, rusî -мира́ть (-mirátʹ), bulgarî умирам (umíram), latînî morior, îtalî morire, spanî morir, portugalî morrer, fransî mourir, îngilîzî murder (qetil, qetil kirin), almanî Mord (qetil), danmarkî/norwecî/swêdî mord (qetil)... hemû ji proto-hindûewropî *mer- (mirin).

Ketina D ji pey R di kurmancî de diyardeyeke tîpîk e. Bo nimûne, kurmancî "birin, kirin, mirin, xwarin" lê soranî "birdin, kirdin, mirdin, xwardin" û zazakî "berdene, kerdene, merdene, werdene".

Ji eynî rehî: merg, mêr, mirar, mirov (û varyantên peyva "mirov": meriv / mere / mere)...

Çavkanî:
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 663
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 265
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 390.
  • Pokorny, JuliusFerhenga etîmolojî ya hindûewropî ["Indogermanisches etymologisches Wörterbuch (bi almanî)"], Bern, 1959, r. 735
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 55
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mirin mirin
Îzafe mirina mirinên
Çemandî mirinê mirinan
Nîşandera çemandî mirinê wan mirinan
Bangkirin mirinê mirinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mirinek mirinin
Îzafe mirineke mirinine
Çemandî mirinekê mirininan

mirin

  1. bidawîhatina jiyanê, qedîna heyatê, dawiya jiyanê, nemana li jiyanê:
    Em bi mirina wê gelek xemgîn bûn.
    Ew bi zor ji mirinê xilas bû. (Kêm mabû ku bimire.)
  2. qirbûn, biriyan, birihan, kokbirbûn
    Mirina dînozoran berî 60 milyon salan ji ber çi bû?
  3. hatinkuştin
    Teqîn bû sebebê mirina deh kesan.
  4. hesret, mirad, heyranî, bendewarî, hêvîdarî (bi taybetî ya pir zêde)
    mirina bo rojeke azadiyê
  5. canfîdayî, xwegorîkirin, xwequrbankirin, xwe fidakirin:
    mirina bo xatirê Kurdistaneke azad
  6. neman yan qelsbûn û lawazbûn:
    mirina evîna du evîndarên berê.

Hevmane[biguhêre]

  • dînî, kevnar:

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Formeke lêkerê[biguhêre]

mirin

  1. dema borî ya sade û pirhejmar (em/hûn/ew) ji lêkera mirin:
    Ew hemû mirin.
  2. (behdînî) dema bê pirhejmar (em/hûn/ew) ji lêkera mirin:
    Em hemî dê mirin. (Em hemû dê bimirin.)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji rehê -mir- (mirin) + paşgira kesî ya pirhejmariyê -in