Here naverokê

dawî

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina dawî  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dawî dawî
Îzafe dawiya dawiyên
Çemandî dawiyê dawiyan
Nîşandera çemandî dawiyê wan dawiyan
Bangkirin dawiyê dawiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dawiyek dawiyin
Îzafe dawiyeke dawiyine
Çemandî dawiyekê dawiyinan

dawî

  1. talî, soxî, dûmahî, encam, akam, netîce, songî
    Hevmane: dawîng, axir, kutahî
    Dijmane: destpêk, bidayet, sereta, ibtida
    Û li dawiyê ew biser ketin.
    • Bi wî awayî, maça wan bi yanzdeh û deh dawî hat. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Wek serxweşek bê hiş
      Ketime riya çep û rast
      Qediya qediya
      Şeva dawî hejiya
       — (Ciwan Haco, Dil Ketimê)
    • Mala keçkê li taxa jorî ye
      Sewda daye, hêş nemaye
      Gotinên xelkê dawî naye
       — (Xelîl Xemgîn, Nîne Nîne)
    • Axir bide wî tu husn-i meqte'
      – DAWÎ –
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî دوای(diwahî), dimilkî dimayîn, dimaîn, ji dûv + -ahî. Guherîna dengî dibe ku wisan bûbe: *divahî > bi metatezê *dihavî > -ih- dikeve wekî di *çihar>çar de û dibe *davî û > *dahî>dawî. Bo h>v/w di kurmanciyan de binêre soranî چوار(çwar, çiWar), نواڕین(niWarrîn, nihêrîn), şirove... Bo guherîna v>h/w binêre bawer. Li devera Badînan wek "dûmahîk" maye, mihtemelen ji ber ku têkildarî û mayîn bawer kirine lewma. Bide ber farisî افدم(efdom, dawî) ji farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (ebdum), ku bixwe ne ji heman rehê ye (ji farisiya kevn *epetemeh, ji reheke din a hindûewropî lê bi şaşî têkildarî [skrîpt hewce ye] (dom, dûv) kirine.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.