Here naverokê

şîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr 1

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
şîn şîntir herî şîn (merkezî)
tewrî şîn (rojavayî)
Derya û esmanekî şîn. (1)
Zeviyekî şîn. (2)

şîn

  1. (reng) Rengê wek rengê esmanî yan wek yê behrê.     
    • Qutikekî Lewîs ê şîn ê ku ji ber şuştinê rengê wî ber bi sipîbûnê diçe, lê bû. — (1997Mustafa AydoganPêlên Bêrîkirinê, Nûdem, r. 16)
    • Li cîhê ku zerya û esman bi hev re dibin yek, komên ewran çîlspî ne. Lê jorê, cîhê ku êdî ewr diqedin, esman bi rengê şîn xemiliye. Rengê spî xwe qulipandiye ser rengê şîn. — (Mehmed UzunBîra qederê, Weşanên Nefel2002)
  2. (reng) Kesk; ji bo tiştên tebîî wek: belg, pîvaz û sêv.     

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Herewsan hêşîn, hişîn, ji proto-îranî *axšáyHnah (şîn; kesk).

    Hevrehî soranî شین (şîn), farisî خشین (xeşîn, gewr), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (exşên, şîn(ê tarî)), farisiya kevn 𐎠𐎧𐏁𐎡𐎴 (a-x-š-i-n /⁠axšainaʰ⁠/, fîroze), avestayî 𐬀𐬑𐬱𐬀𐬉𐬥𐬀 (axšaēna).

    Bi proto-îranî "kesk" û "şîn" yek bû, û kew a zimanên din ên kurdî ji proto-îranî *kapáwtah hate dariştin. Cihêrrengiya navber van du bêjeyan dişê bibe şînê ron û şînê tarî; tevî "şîn" bi ramana şînê tarî bûyî. şînahî, şînkatî, şîn bûn û yên din ji vê bêjeyê dariştî ne bi mehneya xwe a kevn a kesk, û lêvandina ên- ji ber bandora bêjeya şên (şox, şeng) e û zimanên din ên kurdî da xweya nabe.

    Peyvên wekhev ên zimanên slavî wek rusî синий (sinij, şînê tarî) yan jî zimanên uralî wek fînî sini (şîn) qer nîn in tevî wekheviya wan jî. Jê pê va neyeqîn e; şayed ji *akšám (cisneke gewheran, zaxa şîn) (>sanskrîtî अक्ष (akṣá, zaxa şîn)).

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Rengdêr 2

    [biguhêre]

    şîn

    1. Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre şên.
      • Li zeviyên şîn nihêrî. Tayên genimê biharê kêliyekê ji bo wî bûn sebir. Rengê bi roj diteyîsî wê wextê şînekî tarî bû. Kûr dûr difikirî. Wextê bi xwe ve hat tu hukmê tîrêjan nemabû. — (2013Cîhan Roj; amedekar: Bülent UlusKawaye Min (Kulîlkên bîst û yekê mehê), Evrensel Basım Yayın)
      • Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
    [biguhêre]
    Tewandina şîn  
    Zayenda nêr a binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî şîn şîn
    Îzafe şînê şînên
    Çemandî şînî şînan
    Nîşandera çem. şînî wan şînan
    Bangkirin şîno şînino
    Zayenda nêr a nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî şînek şînin
    Îzafe şînekî şînine
    Çemandî şînekî şîninan

    şîn n

    1. Rengê şîn.
      şînê vekirî, şînê esmanî, şînê tarî
      • Bihar bû û pisîkek li ser dîwarê hember dinaliya. Aso şîn dibû, şînê tarî. Nav asman, li heman cihê ku dawa bi lêva dîwar ve dihat dirûtin, rengê erxewanî bi şînê tarî re têkel dibû. Mîna tiliyên min ên sor û êşbar. — (2021Elî Esref Dervîshiyan (terciman: Zülküf Ergün), , r. 18, ISBN 9786257383042, 6257383048)

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]
    Tewandina şîn  
    Zayenda mê ya binavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî şîn şîn
    Îzafe şîna şînên
    Çemandî şînê şînan
    Nîşandera çem. şînê wan şînan
    Bangkirin şînê şînino
    Zayenda mê ya nebinavkirî
    Rewş Yekjimar Pirjimar
    Navkî şînek şînin
    Îzafe şîneke şînine
    Çemandî şînekê şîninan
    Şîn

    şîn m

    1. matem, reşgirêdan, xem, behî, tazî, posîde
      • Te digot qey piştî kêliyeke din ew ê li vê deştê Ûsiv li ber xwe dirêj bike û stranên şînê biavêje ser. — (Dara Hinarê, Yaşar Kemal, Weşanên Nûdem)

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji proto-hindûîranî *xšai (qilqilîn, girîn, nivatin). Hevreha soranî شێوان (şêwan).

    Werger

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    şîn m

    1. navê herfa ش (š) di alfabeya erebî de

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji erebî [Peyv?] ji aramî [Peyv?] ji fenîkî [Peyv?].

    [biguhêre]

    şîn m

    1. Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre şûn.

    Rengdêr

    [biguhêre]

    şîn

    1. Bi alfabeya latînî nivîsina شین (şîn).