tazî
Kurmancî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
- (Rengdêr) IPA(kilîd): /tˤɑ:'zi:/, طازی
- (Navdêr 1) IPA(kilîd): /tʰɑ:'zi:/, تازی
- (Navdêr 2) IPA(kilîd): /tʰɑ:'zi:/, تازی
Rengdêr[biguhêre]
Ji wêjeya klasîk[biguhêre]
- Hemûwan dê ker bi ker kit
Taziyê uryan im ez
Perde çû ez mame tazî — (Feqiyê Teyran ~1620)
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha farisî تازی (tazî: 1. tajî 2. talanker, şelîner), pehlewî tazîk, têkilî -taz- ku rehê dema niha ji lêkera texten (bezîn, bazdan) e, avestayî tek-, teçeyti- (bezîn, lezîn) û teke- (robar, herik), osetî тæх (tex: beza), sanskrîtî तक्ति (tekti-), slaviya kevn тєшти (têşti: herikîn), rûsî течь (têçi), sirboxirwatî teći / те̏ћи, yûnaniya kevn ταχύς (taxûs: bilez, beza), sekeyî/skîtî teke- (beza; xurt), latviyayî čakls (zîrek), almanî û holendî dienen (xizmet kirin, "di xizmeta kesekî de bezîn/lezîn"), swêdî tjäna (xizmet kirin), inglîzî thew (xulam - êdî nayê bikaranîn) hemû ji proto-hindûewropî * tekʷ- (lezîn, bezîn). Ji eynî rehî herwiha: tajî, taze, teze, tacik û belkî tezî û çist. Tazı ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin.
Werger[biguhêre]
- Almanî: Bloß → de, Akt → de m, ?fasernackt → de, ?unverhüllt → de
- Erebî: عاري → ar, عریان → ar, ?المأتم → ar
- Farisî: لخت → fa, عریان → fa, ?برهنه → fa, ?سوگ → fa, ?عاری → fa, ?عزا → fa
- Fransî: nu → fr
- Inglîzî: naked → en, ?bawdy → en, ?powdery → en, ?stark naked → en, ?unadorned → en, ?unclad → en, ?unclothed → en, ?sky clad → en
- Latînî: nudus → la
- Spanî: desnudo → es n
- Tirkî: çıplak → tr
[biguhêre]
tazî mê, t-ya req û z-ya zirav
Bi alfabeyên din[biguhêre]
- kurdî-erebî: تازی
Etîmolojî[biguhêre]
Ji erebî تَعْزِيَة (taʿziya) ji عزاء ('ezai). Guherîna "e'" (e+eyn) bi "a" di peyvên ji erebî wergirtî de di kurdî de diyardeyeke asayî ye. Ketina "-ye" ya nîşana zayenda mê ji peyvên ji erebî wergirtî di kurdî de ew jî fenomeneke tîpîk e.
Bi zaravayên din[biguhêre]
Werger[biguhêre]
[biguhêre]
tazî mê û nêr, t-ya nerm û z-ya stûr
Bikaranîn[biguhêre]
- Ehmedê Xanî jî di helbestên xwe de ji bo Ereban gelek caran peyva "tazî" bi kar tîne.
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha farisî تازی (tâzi, “ereb”), pehlewî tāzīgān.