Here naverokê

sêv

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/seːv/
  • Deng (Êlih): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: sêv
[biguhêre]
Du sêvên sor

sêv m

  1. (fêkî) Darek e û fêkiyê wê ye, fêkiyê wê mîna gogekê ye û hindî mistekê mezin e, rengê wê bi gelemperî sor yan kesk e.
    • 1942, R. Lescot, Textes Kurdes II, Memê Alan, Bêrût, rûpel 4:
      Dilê wî li wan şewitî, sêvekê ji paşila xwe derdixe, dide destê Elî begê, mezinê birane. Digo: "Gelî bira, megirîn ! Rebê Alemê delîlê heyiriyan e. [...]"
    • 1994, Kurmancî, hejmarên 14-15, rûpel 147:
      Zaro sêvinan dixwin.
    • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
      Şabaş e ji Xwedê ra
      Selweya bih û sêvan
      Belçîm ji zîv û zêra

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina sêv
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêv sêv
Îzafe sêva sêvên
Çemandî sêvê sêvan
Nîşandera çem. sêvê wan sêvan
Bangkirin sêvê sêvino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sêvek sêvin
Îzafe sêveke sêvine
Çemandî sêvekê sêvinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]
[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî سێو (sêw), kurdiya başûrî sêf, hewramî sawi, zazakî saye, tacikî себ (seb), talîşî سیف‎ (sîf), farisî سیب (sîb), belûçî سوپ (sop), pehlewî 𐭠𐭩𐭰‎ (sêp/sêb) ji zimanên îranî. Peyv di zimanên kevn yên îranî (avestayî û hexamenişî) de nehatiye qeydkirin.

Ji zimanên îranî yên rojava wêdetir etîmolojiya peyvê bi esehî nayê zanîn. Bo nimûne, di zimanên îranî yên rojhilatî de yên wek osetî û peştûyî de wek peyveke xwemalî peyda nabe (nû ji farisî ketiye peştûyî) û di sogdî û xwarezmî de nehatiye qeydkirin.

Peyv bi berfirehî di zimanên Hindistanê de peyda dibe lê texmînen ew ji zimanên îranî hatiye wergirtin: sanskrîtî सेवि (sevi), nepalî स्याउ (syāu), punjabî ਸਿਓ (sio)... Formên ûrdûyî سیب‎ (seb) (sêb) û hindî सेब (sêb) bi zelalî ne demeke dirêj e ku ji farisî hatine wergirtin.

Bi ihtimaleke mezin peyveke kevnar ya Rojhilata Navîn û/yan Kafkasyayê ye. Bidin ber bo nimûne van zimanên ne-hindûewropî: hetî 𒊭𒀀𒊀𒀜 (ša-a-waₐ-at /šawat/), abazayî чӏва (č̣̍vā) û belkî bi metatezê gurcî ვაშლი (vašli). Peyv herwiha di hîtîtî de wek 𒊭𒈠𒇻 (ša-ma-lu /šam(a)lu-/) hatiye qeydkirin lê çunkî hîtîtî jî li heman herêmê ye, ihtimalen wê jî ev peyv ji zimanekî deverê wergirtiye û hebûna peyvê di hîtîtî de ne delîlê wê ye ku peyv hindûewropî be.

Piraniya (lê ne hemû) şaxên din yên hindûewropî peyveke ji peyva proto-hindûewropî *h₂ébōl bi kar tînin, bo nimûne îngilîzî apple, bretonî aval, latviyayî âbols, rusî я́блоко (yábloko)... Lê peyvên ji rehên din jî hene, bo nimûne yûnaniya kevn μῆλον (mêlon) û latînî mālum ku texmînen ji zimanekî kevn yê devera Deryaya Navîn hatine wergirtin. Yan jî fransî pomme ku ji latînî pomus (fêkî) wateya wê guheriye.

Lê herwiha hatiye pêşniyazkirin ku peyva îranî ji proto-îranî *cáywaH (bihagiran, binirx) be, hevreha sanskrîtî शेव (śéva, bihagiran, ezîz).

Çavkanî: Abayev, Bailey, Chyet, Kloekhorst, Lubotsky, Mayrhofer, Morgenstierne, Novák, Tsabolov, Turner, Etymonline, The Tower of Babel,

Cûreyên sêvan

[biguhêre]
  • sêva çalê (tama wan ne xweş e. çal dikin, piştê çal derxistinê tama wan xweş dibe)
  • sêva payîzî (libhûr e, spî ye)
  • sêva teremaxî (libgir û spî ye)
  • sêva bejî (Malus sylvestris)

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]