Here naverokê

sor

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/sˤɵhɾ/ ~ /sˤoːɾ/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: sor

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv sor
Komparatîv sortir
Sûperlatîv herî sor (merkezî)
tewrî sor (rojavayî)
sortirîn (soranîzm)
Guleke sor.

sor

  1. (reng) Rengê mîna rengê xwîna paqij yan firingiyên anku tomatên gihiştî.
    Çend cûnên rengê sor:                     
    • Lakin ew mirovêd ko hiznî ne (kesekî wan mirî ye, xemgînhenin) ew libasêd (cil û bergên) sor û qirmiz û cilêd faxire (buha, nirxdar), ber nakin (li xwe nakin) û destêd xwe hinne nakin û çavêd xwe kil nadin û naçin dawetan û kêfxweşiyan. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî (~1858), amadekariya Jan Dost, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, di 2010 de hate weşandin, →ISBN, rûpel 111)
    • Ji lêvên sor şekir barî,
      Bi min da wê bi nazdarî,
      Şeraba kûpikê darî,
      Vekir wê pê zimanê min.
      — (Cegerxwîn: Helbesta Hat civanê min bi şev)

Formên alternatîv

[biguhêre]
  • (hin devokên Berfiratî) sur

Hevmane

[biguhêre]

Tenê edebî:

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî سوور (sûr), zazakî sor, hewramî sur, zazakî-hewramî *suhr, belûçî suhr, farisî سرخ (sorx), farisiya navîn suxr, hexamenişî θuxre, avestayî suxre-, sekayî suxre-, osetî surx, sanskrîtî śukrá, latviyayî sarks û sarkans, lîtwanî sárkanas, hemû ji proto-hindûewropî *ser- /*sar- (sor). Ji bilî zimanên hindûîranî û baltî di babikên din yên hindûewropî de ne diyar e.

Çavkanî:
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 161
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 132

Herwiha binêre

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya red a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

sor n

  1. Rengê sor.
    sorê vebiye, sorê tarî, sorê geş
    • Xweha min ji me ra bi destê xwe ava îsota derxistiye û du babet jî îsot çêkirine. Yek ji bo şîvê û tirşikê ye û yek jî ji bo çîk, nanê goşt û zelete ye. Ev îsota ji bo çîk û nanê goşt mohr e, sorekî tarî ye. — (2018, Zinarê Xamo, “Min bi destê xwe ji xwe ra kar derxist”, li ser /zinarexamo.blogspot.com[2])
  2. Nîşana talûkeyê anku xeterê.
  3. Di siyasetê de rengê komunîstan, sosyalîstan û çepgirên din.
    Hevmane: çepgir

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina sor
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sor sor
Îzafe sorê sorên
Çemandî sorî soran
Nîşandera çem. sorî wan soran
Bangkirin soro sorino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sorek sorin
Îzafe sorekî sorine
Çemandî sorekî sorinan

Werger

[biguhêre]