siyaset

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî siyaset siyaset
Îzafe siyaseta siyasetên
Çemandî siyasetê siyasetan
Nîşandera çemandî siyasetê wan siyasetan
Bangkirin siyasetê siyasetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî siyasetek siyasetin
Îzafe siyaseteke siyasetine
Çemandî siyasetekê siyasetinan
Li welatên demokrat hilbijartinan roleka giring di siyasetê de heye.

siyaset

  1. Birêvebirina dewletê û dezgehên wê.
  2. Bîrûrayên li ser çawan birêvebirina dewletê û dezgehên yan yekîneyên wê.
  3. (zanist) Zanista lêkolînan li ser birêvebirina dewletê dike .
    Hevmane: siyasetnasî

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Paşê tu yî sahibê kiyaset
    La'iq wî bibîn çi ye siyaset
    Hukkam ji cinsê şah-i mar in
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî سِيَاسَة(siyāsa, 1. siyaset, polîtîka 2. seyisî, hespvanî, çavdêrîkirina hespan, xwedîkirina hespan) ji سَائِس‎(sāʾis, seyîs, hespvan, xwedîkerê hespan, çavdêrê hespan) ji aramî ܫܘܫ‎ (şewş, şûş) ji formeka kevntir şûşbîn, ji akadî [skrîpt hewce ye] (şuşanu/susanu). Peyv belkî bi eslê xwe zimanên îranî *ese-sanî / espe-sanî (çavdêrê hespan), bide ber sanskrîtî अश्वसनि (aśva-sani, çavdêrê hespan) ji अश्व (eśve, hesp > binere siwar, sîpe û hesp). Ji ber giringiya hespan di birêvebirina dewletên berê de, xwedîkirina hespan navê xwe daye hemû birêvebirina dewletê. Miletên samî ji miletên îranî hînî hespvaniyê bûne.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Teteriya krîmî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

siyaset

  1. siyaset, polîtîka

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên siyaset hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Tirkî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

siyaset

  1. siyaset, ramyarî, konevanî, polîtîka