Here naverokê

pê

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈpeː/
  • Deng (Wan): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: pê
[biguhêre]
pê (1)

pê n, p-ya nerm

  1. (anatomî) herdu parçeyên leşî yên ku mirov pê dimeşin anku bi rê ve diçin bi taybetî beşa mirov dikin di pêlavê anku solê de.
  2. Beşên leşê heywanan yên bi wî awayî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pê
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pê pê
Îzafe piyê piyên
Çemandî piyî piyan
Nîşandera çem. wî piyî wan piyan
Bangkirin piyo piyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî piyek piyin
Îzafe piyekî piyine
Çemandî piyekî piyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha pî, hevreha soranî پێ (pê), kelhûrî pa, zazakî pay, farisiya niha پا‎ (pa) û farisiya kevntir پای‎ (pay), tacikî пой (poy), belûçî پاد‎ (pad), farisiya navîn 𐫛𐫀𐫅‎ (pʾd, /pay/), pertî 𐫛𐫀𐫅‎ (pʾd /pāδ/), avestayî 𐬞𐬀𐬜𐬀‎ (paδa) û 𐬞𐬁𐬜𐬀‎ (pāδa), hexamenişî 𐎱𐎠𐎭 (p-a-d /pādaʰ/), sanskrîtî पद् (pád), ûrdûyî پاؤں‎ (pā̃v), hindî पांव (pā̃v), hîtîtî 𒉺𒋫 (pa-ta; bi sûmerografî 𒄊𒀸), toxarî A pe, toxarî B paiyye, yûnaniya kevn πούς (poús), latviyayî pēda, lîtwanî pėda, latînî pēs, îtalî piede, fransî pied, spanî pie, portugalî pé, oksîtanî pè, îngilîzî foot (pirhejmar: feet), norwecî/swêdî fot, danmarkî fod, almanî Fuß, holendî voet... hemû ji proto-hindûewropî *póds (pê) ji *ped- (meşîn, bi rê ve çûn, gav avêtin) + *-s (paşgireke navdêrsaz)

Çavkanî:
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 63
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 305
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 62
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), cild 3, Bern, München: Francke Verlag, rûpelên 790 - 792

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Pêşdaçek

[biguhêre]

pê, p-ya nerm

  1. Bi wê, bi wî, bi wan
    Hevalê min tirimpêl heye, em pê hatin (anku bi tirimpêlê hatin).

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Lêkerên ku piştî lê/jê/tê/pê tên, di dema niha a bilanî(subjunctive) de bi- nastînin. Anku "pê bixe" na "pê xe". Heman tişt herwisa gava bireser "xwe" dibe jî dibe ("xwe bigê!" na lê "xwe gê!"). Lê ev tenê bi lêkerên qalibreq (stereotypical/kalıplaşmış) li kar e û ew jî dever bi dever diguhere, mesela hin kes dibêjin "lê binêre!, lê bigere!" hin kes jî "lê nêre!, lê gere!", bi taybetî ên hevedudanî û kurt û ên ku tim tim bi lêkerên ku tim tim wek lêkerên alîkar tên bikaranîn (wek tê xistin, pê xistin, li xwe kirin, jê kirin) "bi-"a rewşa bilanî dikeve.

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi kurmanciya îro têkildarî bi +‎ wê, lê di esla xwe de ji îranîkiya navîn pey- (bo ku maneya hev bide lêkeran li kar bû, zazakî pê hê wisan e) û epay (farisî با (ba) soranî پێ (pê)) di kurdiyên din de form û wateya xwe a resen a pê parastiye ji ber ku bo ku bibêjin bi wê/wî, ew dibêjin be'w (be ew).

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya by a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya in a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Hoker

[biguhêre]

pê

  1. Guhartoyeke pey (“li pê tiştekî”).