Here naverokê

xwe

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/xʷɜ/, [xʷɜ]
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)

Cînav

[biguhêre]

xwe

  1. cînavê vegerandî: her ew kes yan tişt.
    Em xwe dîbinin. (Tişta em dibînin her em in.)
    Ez bi xwe çûm. (Yê ku çû ez bûm.)
    Te xwe kuşt! (Kesa/ê tu kuştî tu bûyî.)
    Pênûsê xwe da min. (Pênûsê ku yê wî bû / ye, da min.)
    • Wî kirî ba ismê xwe ber saqî 'erş
      Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.
      — (Mela Hesenê Bateyî (~1720), Mewlûda Kurdî)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî خۆ (xo), û zazakî xo, hewramî , farisî خود (xod), pehlewî xwet, avestayî xvet, sanskîtî स्वयं (sveyem), rûsî свой (svoy), latînî se, almanî sich, holendî zich, swêdî sig... hemû ji proto-hindûewropî *swé-.

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: xo
  • Kurdiya başûrî: xwe
  • Lekî: wij
  • Zazakî: xwu
  • Hewramî:

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya self a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.