avêtin

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

Tewandina lêkera avêtin
RP.
Niha
–avêj–
ez davêjim
tu davêjî
ew davêje
em, hûn, ew davêjin
RP.
Boriya
sade
–avêt–
min avêt
te avêt
wê/wî avêt
me, we, wan avêt
Ji bo hemû formên din:
1rightarrow.png avêtin (Tewandin)
Kesek rimekê diavêje.

lêkera xwerû, gerguhêz
navdêr,

Xwendin[biguherîne]

  • IPA: /ˈɑːveːtɯn/

Wate[biguherîne]

  1. Bi tundî ji destê xwe berdan daku li hewa dûr biçe.
    • Kevir û ber avêtin.
  2. Tiştek bi alavekê berdan hewa.
    • Fîşek avêtin.
  3. Êdî lê nebûn xwedî, bi cih hêlan, dest jê berdan, dev jê berdan.
    • Desteyek cilên nû bo xwe kirrî û cilên xwe yên kevn avêtin.
  4. Tiştek bi xemsarî berdan.
    • Çanteyê xwe avêt erdê û revî.
  5. Neçar kirin ku biçe derekê, def dan, han dan.
    • Wan em ji malê avêtin derê.
  6. Rewşa kesekê/î yan tiştekê/î ji nişkê ve guherrandin (bi taybetî ber bi rewşek xirab ve).
    • Ew ji kar hat avêtin.
  7. Li erdê dan.
    • Herduyan xwe li hev da lê yê mezin yê biçûk zû avêt erdê.
  8. Ronahî yan tav dan derekê.
    • Rojê di pencereyê re tava xwe diavêt hindirr.
  9. Bertekek anku reaksiyonek girtin.
    • Kerb û kîn avêtin kesekê/î.
  10. Jidil daxwaz yan hêvî ji kesekê/î kirin.
    • Xwe avêtin ber piyan / lingan.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Tewîn[biguherîne]

Lêker:

  • -avêj-

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *ṷeik-, ṷeig- (badan, çemandin, tewandin), proto-aryayî *a- + *veyg-, hevreha avestayî veêg- (rehê dema niha veêc-) (hejandin), osetî vêẍûn (hejandin, vehejandin), belûçî gêceg (hejandin; avêtin), pehlewî wêxten (rehê dema niha -wêz-), farisî آویختن (avîxten: hilawîstin, daliqandin) (rehê dema niha: -avîz-), soranî هاویشتن (hawîştin: avêtin; rehê dema niha -hawêj-), kurdiya başûrî aştin, oyştin, zazakî eştene (navdêr: eştiş). Çavkanî: Cheung, Chyet.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]