Here naverokê

rewş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈrɛwʃ/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: rewş
[biguhêre]

rewş m

  1. destûdar, kavdan, barûdox, hal, weziyet, zirûf, dirim
    • 2021, Salihê Kevirbirî, “Hosteykî Edebiyata Kurdî: Eliyê Evdirehmanê Momîn”, li ser Nûbihar[1], hejmar 150, rûpel 50:
      Lê mixabin li Qefqasya, Rûsya û Asya Navîn rewşa xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî pir kêm e. Di vî warî de rola saziya Berbangê, kovara Nûbarê û rojnameya Jiyana Kurd gelekî girîng e. Lê diyar e ev xebat têrê nake.
  2. ronî, rewşenî, beysûs, şewl, çirûsk, rimîn, pertav

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina rewş
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rewş rewş
Îzafe rewşa rewşên
Çemandî rewşê rewşan
Nîşandera çem. rewşê wan rewşan
Bangkirin rewşê rewşino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rewşek rewşin
Îzafe rewşeke rewşine
Çemandî rewşekê rewşinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi wateya waz, weziyet ji farisî روش (reviş, revêş, terz, awa, metod, azîne) ji -rev- (rehê dema niha ji رفتن (reften, çûn, bi rê ve çûn) + -iş wek [azmayîş, peristiş, werziş... Di farisî de ev peyv bi maneya "hal, weziyet" nayê bikaranîn.

Bi wateya ronahî dîsa ji farisî روشن (rewşen, roşen), hevreha roj.

Bide ber

[biguhêre]

Pîrepend

[biguhêre]
  • Were hewşa me, bibîne rewşa me
  • Ew hewş e belê ne ew rewş e
  • Kalê salê rewşa malê

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya situation a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

[biguhêre]

rewş

  1. geş, xweş, gur

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]