xweş

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
xweş xweştir herî xweş
xweştirîn
Çend xwarinên xweş. Maneya peyva xweş bi eslê xwe "şirîn, wek şekirê" bû.

xweş

  1. Tiştê li gor dilê mirovî,
    tişta/ê ku mirov dixwaze bike yan bibîne.
    • Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab
      Her yekî xweştir ji yarî bê hisab
       — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)
  2. Ji bo agirîgotin dema mirov dibêje agir xweş e.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Nêzîkî[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî خۆش(xoş), kurdiya başûrî xweş, xüeş, pehlewî xweş, parsî wxeş, farisî خوش‎ (xûş), zazakî û hewramî weş, belûçî وش(weş), latînî suavis (şîrîn), sanskrîtî स्वादु (svādu), yûnaniya kevn ἡδύς (hēdús), almanî süß, fransî û spanî suave, îngilîzî sweet, swêdî söt, danmarkî sød, norwecî søt... hemû ji proto-hindûewropî *sweh₂dus (şîrîn, tamxweş). Bo guherîna *sw- ya proto-hindûewropî bi *xw- di zimanên îranî de, bide ber xwandin, xwesû, xwişk... Wek hoş ketiye tirkî jî. Ji eynî rehî bi rêya yûnanî: hedonîst, hedonîzm. Anku peyva "xweş" di eslê xwe de wateya "şîrîn, wek şekirê" dida. Lê di zimanên îranî û herwiha di yûnanî de maneya "bi dilê mirovî" wergirtiye. Paşî di zimanên îranî de bo diyarkirina ramana "wek şekirê" peyva "şîrîn" ji peyva "şîr" hatiye çêkirin.

Werger[biguhêre]