şîr

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şîr şîr
Îzafe şîrê şîrên
Çemandî şîrî şîran
Nîşandera çemandî şîrî wan şîran
Bangkirin şîro şîrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şîrek şîrin
Îzafe şîrekî şîrine
Çemandî şîrekî şîrinan
Perdaqeke şîrî.

şîr nêr

  1. Şileya spî ya ji memikên jinan û ji guhanên candarên din yên tê (û wisa tê vexwarin yan jî mast yan penîr jê tê çêkirin).
    • Inzalê legen nuzûlê ibrîq
      Tesʿîd kirin bi qer û inbîq
      Memzûc-i şebîhê şîr û şekker
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *sṷēid- (şîr), hevreha sanskrîtî क्षीर (kṣîre, şîr), avestayî xşvid- (şîr) farisiya kevn şift- (şîr), farisî شیر(şîr, şîr), partî šift, soranî شیر(şîr), zazakî şid / şit, hewramî şot. Herwiha hevreha şil (ruhn, şilî, têrav) ya kurmancî û rehê ksviḍ (şil bûn) ya sanskrîtî. Peyva tirkî süt hevreha ya mongolî sün e û di zimanên kevnar yên altayî de hebû lê belkî deynkirineke kevn ya ji hindûewropî be yan jî peyveke hevbeş ya herdu makezimanan be. Hêjayî gotinê ye ku ev rehê peyva şîr di pirraniya zimanên din yên hindûewropî de peyda nabe lê rehê h₂melg̑- gelek berbelavtir e: latînî mulgeo, yûnanî ἀμέλγω (amelgō), îngilîzî milk, rusî молозиво, lîtwanî mélžti, toçarî A malke...

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

şîr

şîr nêr

  1. (Badînî) Guhartoyeke şûr.

Soranî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

şîr

  1. şîr