Here naverokê

xwastin

Ji Wîkîferheng
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
xwestin  / xwastin

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: xwas·tin

Lêker

[biguhêre]
xwastin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -xwaz-
RP.
Niha
ez dixwazim
tu dixwazî
ew dixwaze
em, hûn, ew dixwazin
Fermanî Yekjimar bixwaze
Pirjimar bixwazin
Rehê dema borî: -xwast-
RP.
Boriya
sade
min xwast
te xwast
wê/wî xwast
me, we, wan xwast
Formên din: Tewandin:xwastin

xwastin gerguhêz (lêkera xwerû), t-ya nerm

  1. hez kirin, viyan, dil hebûn, dil kirin:
    Ez dixwazim sêvekê bixwim.
  2. tika kirin, rica kirin, hêvî kirin:
    Em ji rêkxistinên mafên mirovan dixwazin ku binpêkirina mafên bingehîn yên kurdan rabixin ber çavên cîhanê.
  3. ferman dan, emir dan, ferman kirin, emir kirin:
    Serokê wan jê xwast ku çekan rakin.
  4. çûn xwazgîniyê, pêşniyaza zewacê lê kirin,
    keçek wek hevser ji malbatadaxwaz kirin

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • »Qale ya 'aşiqu hatîke yedî hati yedek«
    Dil û can herdu mi danê ko icazet ji me xwast
    »Qultu estewdi'uke l-barî ellahu me'ek«
    — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)
  • Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
    Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
    Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da
    Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan

Tewandin

[biguhêre]
  • -xwaz-
  • -xwez-

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha xwestin, xastin, hevreha soranî خواستن (xwastin) (xwastin - rehê dema niha "-xwaz-"), farisî خواستن (xvasten, rehê dema niha "-xvah-"), pehlewî xwasten, parsî wxaşten, zazakî waştene, hewramî wastey, ji zimanên îranî.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya want a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya ask a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya propose a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

xwastin m

  1. hezkirin, viyan, dilkirin:
    xwastina jiyaneke aram
  2. daxwazkirin, ricakirin
    xwstina mafên xwe yên rewa
  3. çûna xwazgîniyê, pêşniyazkirina zewacê, daxwazkirina keçekê ji malbata wê daku bibe hevsera daxwazkerî:
    xwastina keça malê

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xwastin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwastin xwastin
Îzafe xwastina xwastinên
Çemandî xwastinê xwastinan
Nîşandera çem. xwastinê wan xwastinan
Bangkirin xwastinê xwastinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwastinek xwastinin
Îzafe xwastineke xwastinine
Çemandî xwastinekê xwastininan

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya desire a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya request a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya proposal a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.