Here naverokê

xwazgîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

xwazgîn m yan n li gorî maneyê

  1. Kesê ku teleba / daxwaza tiştekî dike, kesê tiştekî dixwaze.
    Hevmane: talib, daxwazker, dilxwaz, xwazkar, telebkar, viyer, karniyar
  2. Kesê ku bi meqseda zewacê keçikekê ji bo nasê xwe (bi piranî yê pir nêzîk, wek kurê xwe) dixwaze, kesên çûne xwazgîniyê.

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreh bi soranî خوازبێنی (xwazbênî), ji *xwaz- ("-xwaz-") + *wên- ("-bîn-"), anku xwastin +‎ dîtin. Dengên -w- ên di destpêkê da yan dikevine -b- yan jî -g-. Ne ji xwastin +‎ -gîn.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Bêperdeyî bo we ra qedîm e
    Xwazgîn û wesa'it û wesîle
    Herçî ko ji ba we bên cemîl e
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Werger

[biguhêre]