Here naverokê

dilxwaz

Ji Wîkîferheng

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
dilxwaz dilxwaztir herî dilxwaz (merkezî)
tewrî dilxwaz (rojavayî)
dilxwaztirîn (soranîzm)

dilxwaz

  1. Kesê ku dixwaze tiştekî bike; kesê ku ne ji bêdilî yan neçarî tiştekî dike.
    Hevmane: xwazyar, xwezîker, arezûmend, dilxwestî, bidil, arezûdar, miştaq, xwastekar
    • Vê ra bileyîze tu bi setrenc
      Şertê xwe ji wî bixwaze dilxwaz
      Dê keşif bibit heqîqeta raz
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. Lîstokek e.
    • Diyar e ku dilxwaz şertekî bi nav û deng bû, ji ber ku di Mem û Zîna seydayê Xanî de jî heye. Ji bo ku Mîr rastiya evîna Memê ji Zînê re zanibe doza listika şetrencê lê dike. Kî zora kê bibe jî çu pere û diravan qezenc nake lê divê şerte wan bi dilxwaz be. Ango ya dilê xwe û xwesteka xwe eşkera bike. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 92, ISBN 9789944360678)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji dil +‎ -xwaz.

Werger

[biguhêre]