Here naverokê

dil

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

Tewandina dil  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dil dil
Îzafe dilê dilên
Çemandî dilî dilan
Nîşandera çemandî dilî wan dilan
Bangkirin dilo dilino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dilek dilin
Îzafe dilekî diline
Çemandî dilekî dilinan
Sembola dilî.
Gotareke li ser dilê mirov di Wîkîpediya kurmancî de heye.

dil n

  1. (anatomî) Parçeya leşî ya ku li aliyê çepêsîngî ye û karê wî hilkişandina xwînê ye.
    • Dilê mirovan masûlkeyekî bi çar ode ye. Wazîfa dil ev e ku, xwînê bigêhejîne her derê bedena mirovan. Ango dil wek pompe dixebite îi di deqîqê da 70 caran lêdixê. — (Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)
    • Dilê wî weke defê lêdixist, radibû û dadiket. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Roja înî ji bo nexweşekê 57 salî li zanîngeha Maryland li Amerîkayê emeliyateka dilî hat kirin û dilê berazekî jê ra hat çandin. — (Azad Najar: Dilê berazî cihê dilên îstînaî nagire)
  2. (mecazî) Cihê hestan û evînê.
    Dilê min wê dibijîne.
    Ma dilê te pê naşewite?!
  3. (mecazî) yar, berdilî
    Tu dilê min î!Ez pirr ji te hez dikim.
  4. (mecazî) navend, merkez
    Di dilê Kurdistanê de.
  5. samîmî
    • ...mirov ji awirên wî têderdixist ku çiqas ji dil û can kêfa wî ji Mr. Utterson re dihat. — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)

Bi alfabeyên din

Hevmane

Etîmolojî

    Ihtimalên deyn ji farisî دل (dêl),[ç 1], ji farisiya navîn 𐭣𐭩𐭫 (dyl /⁠dil⁠/), farisiya kevn [skrîpt hewce ye] (dird), taliyê ji proto-hindûewropî *kerd-.

    Hevreha soranî دڵ (dił), zazakî zerre, hewramî [skrîpt hewce ye] (zil, dil), avestayî 𐬰𐬆𐬭𐬆𐬛 (zərəd), partî 𐫉𐫏𐫡𐫅 (zyrd /⁠zirδ⁠/), belûçî [skrîpt hewce ye] (zird, dil), peştûyî زړه (zrë,zra), sanskrîtî हृदय (hṛdaya), ermenî սիրտ (sirt) û îngilîzî heart.

    Çavkanî:

    1. ^ Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 152.
    Çavkaniyên din:
    • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 127.
    • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots[1], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an, r. 41
    • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[2]Kommissionaer: Munksgaard (København)1966, r. 126
    • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <heart> by Douglas Harper.

    Bi zaravayên din

    Werger

    Bilêvkirin

    dil

    1. ziman