Gotûbêj:dilxwaz

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Maneya Duyem: Lîstikek[biguhêre]

@Rewiye tine, Bikarhêner, û Pispor: Bi ya min, hevalê hêja Rewiye tine peyva "dilxwaz" şaş fêm kiriye. Pêşî min jî got lîstokeke "şert" e mîna yadest lê piştî min çend cara xwend û niha dibêjim peyv li vir dilxwazî ye. Yanî dibêje Dilxwazî hingê gelek giring bû. Hevalno hûn çi difikirin? Rewiye tine, di kitêbê de hevokeke din heye gelo "dilxwaz wek lîstokek e rave dike?--Balyozxane (gotûbêj) 23:29, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine, Balyozxane, û Pispor: Ji paragrafa ku hatiye jêgirtin, maneya wek "lîstik"ekê nayê famkirin. Ji vê qismê jî bi eşkereyî diyar dibe: "lê divê şerte wan bi dilxwaz be. Ango ya dilê xwe û xwesteka xwe eşkera bike" -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:24, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine, Bikarhêner, û Pispor: Min biborin min niha carek din nêrî wek şartek lîstokê ye. Ez e wek şartek lîstokê cardin biguherînim.
@Rewiye tine û Bikarhêner: Bi ya min "şartek lîstokê" jî şaş e. Bi rastî jî di pirtûkê de tiştek din nabêje? Ku tune be, ez dibêm em jê bibin, dibe?--Balyozxane (gotûbêj) 12:46, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine, Balyozxane, û Pispor: Min fam nekir, ev şerteke çawan ê lîstikê ye. Bi ya min divê em jê bibin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:58, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine û Bikarhêner: Ez ê jêra nota jan dost li vir parve bikim. Dibê ku hûn bi hêsanî biryar bidin.

Diyar e ku dilxwaz şertekî bi nav û deng bû, ji ber ku di Mem û Zîna seydayê Xanî de jî heye. Ji bo ku Mîr rastiya evîna Memê ji Zînê re zanibe doza lîstika şetrencê lê dike. Kî zora kê bibe jî çu pere û diravan qezenc nake lê divê şertê wan bi dilxwaz be. Ango ya dilê xwe û xwesteka xwe eşkera bike. Helbet ev li ba Mîr ji zêr û gewheran buhatir bû. Mîr weha dibêje:
Şertê me digel te ey serefraz herçî te divê ji bo me dilxwaz
lê ev yek bi tedbîra Bekoyê `Ewan bû. Beko vê riyê dide ber mîr û jê re dibêje:
Şertê xwe ji wî bixwaze dilxwaz dê keşf-i bibit heqîqeta raz

piştî ku mîr zora Memê dibe jêre dibêje:
Mîr ji Memê re got min zora te bir û şertê dilxwaz bû para min. Memo pirsî ka daxwaza te çi ye ez çi ji te re kifş bikim? Mîr gotê: doza min ne milk û mal e, ez dixwazim rewşeke te zanibim. Hedefa min ji vê lîstikê derxistina razên te yên veşartî ye. Şertê min ew e tu mukur werî ka yara te kî ye? Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

@Rewiye tine, Bikarhêner, Pispor, Guherto, û Mohajeer: Bi ya min ew ne peyveke cuda ye. Li vir ez maneya "şertê lîstokê" nabînim. Ez dibêm em Şertek lîstok e. ji wîkîferhengê bibin bila jêgirtin tenê wek mînakeke dilxwaz bimîne. --Balyozxane (gotûbêj) 21:35, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine, Balyozxane, Pispor, Guherto, û Mohajeer: Bi rastî rind nayê têgihiştin ku peyva "dilxwaz" bi çi maneyê hatiye bikaranîn. Lewra ez alîgirê jêbirina vê maneyê me. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:12, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
1 Amadekarê pirtûkê Jan Dost jî li vir dibêje lîstokek e. Loma divê neyê jêbirin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:27, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]