Here naverokê

daxwaz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

daxwaz m

  1. Tişta mirov ji kesekêteleb dike; tişta mirov hêvî dike ku bi cih bibe.
    Hevmane: tika, hêvî, rica, umêd, xwestek, teleb
    • Kevok li benda daxwazeke weha bû. Wê ji tiştên ku wê bihîstibûn, ji tecrubeyên xwe yên jiyana şervaniyê dizanibû ku gava şervanek dîl dikeve, jê daxwazeke weha tê kirin. — (1998, Mehmed Uzun, Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê, Ithaki, di 2007 de hate weşandin, →ISBN, rûpel 286)
    • Hakimê şehr û biladan
      Dê tu daxwaz û muradan
      Dî kesê bêçare ye
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina daxwaz
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî daxwaz daxwaz
Îzafe daxwaza daxwazên
Çemandî daxwazê daxwazan
Nîşandera çem. daxwazê wan daxwazan
Bangkirin daxwazê daxwazino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî daxwazek daxwazin
Îzafe daxwazeke daxwazine
Çemandî daxwazekê daxwazinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha daxwazî, darxwaz, daxwazî, hevreha soranî داخوازی (daxwazî), farisî درخواست (derxwast, derxast), ji der- + -xwaz.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]