Here naverokê

hêvî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /heːˈviː/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: hê·vî
[biguhêre]

hêvî m

  1. Tişta mirov di dilê xwe de dibêje "xwezî bibe".
    Hevmane: awat, mirad, umêd, bend
  2. gazî, hewar, rica, vexwendin, dawet, ezimandin, deng, doz, dawa, hesret
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Bilbilê Dilşadî, Seydayê Tîrêj:
      Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewran / Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hêvî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêvî hêvî
Îzafe hêviya hêviyên
Çemandî hêviyê hêviyan
Nîşandera çem. hêviyê wan hêviyan
Bangkirin hêviyê hêviyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêviyek hêviyin
Îzafe hêviyeke hêviyine
Çemandî hêviyekê hêviyinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Li Serhedê hêvî maneya "tika" dide û li şûna wê guman maneya "hêvî" dide.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-îranî *Hebi-meti- (payîn, li bendê bûn, bendewar bûn) ji *Hebi- (> kurdî bi) + *meti- (man, mayîn, payîn) ji proto-hindûewropî *men- (man, mayîn, payîn). Bo guherîneke bi heman awayî, binêrin hêvisîn ya kurmancî û "amûxten" ya farisî.

Hevrehên soranî هیوا (hîwa) û ئاوات (awat), farisî امید (umîd / umêd > kurdî umêd, farisiya navîn umêt, avestayî upemeyt- (payîn, bendewar bûn). Ne hevreha îngilîzî hope e.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hope a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]