Here naverokê

hêvî kirin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
hêvî kirin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: hêvî -k-
RP.
Niha
ez hêvî dikim
tu hêvî dikî
ew hêvî dike
em, hûn, ew hêvî dikin
Fermanî Yekjimar hêvî bike
Pirjimar hêvî bikin
Rehê dema borî: hêvî -kir-
RP.
Boriya
sade
min hêvî kir
te hêvî kir
wê/wî hêvî kir
me, we, wan hêvî kir
Formên din: Tewandin:hêvî kirin

hêvî kirin gerguhêz (lêkera hevedudanî)

  1. Xwestin ku tiştekî xweş yan baş biqewime.
    Hevmane: umîd kirin
    Hêvî dikim ku tu zû werî.
    Em hemû hêvî dikin ku Kurdistan rizgar bike.
  2. (hêvî ji kesekî kirin) Daxwaz ji kesekî kirin, xwestin, rica kirin; xwe şikandin da ku tiştek bi dest ve were.
    Min gote te hêviya jê neke, dê xwe mezin bike, te bawer nekir.
    • Ez hêvî ji te dikim tu bêla xwe ji min veke, ez kêrî vî îşî nayim. — (Hawar, Melayê Gulê [arşîv], 1932Cemîlê-Haco, hj. 9, r. 2)

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji hêvî +‎ kirin.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hope a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.