Here naverokê

kirin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /kɘˈɾɘn/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: ki·rin

Lêker

[biguhêre]
kirin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -k-
RP.
Niha
ez dikim
tu dikî
ew dike
em, hûn, ew dikin
Fermanî Yekjimar bike
Pirjimar bikin
Rehê dema borî: -kir-
RP.
Boriya
sade
min kir
te kir
wê/wî kir
me, we, wan kir
Formên din: Tewandin:kirin
Kesek kar dike. Peyvên kar û kirin hevreh in.

kirin gerguhêz (lêkera xwerû), k-ya nerm

  1. bi cih anîn, pêk anîn, encam dan
    Tu çi dikî?
    Bikin! – Neke! – Meke!
    Min hemû ev kar kiriye.
    • Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
      Lê ji xûnê bike perhîz ku şehîdan çi hisab
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)
  2. niyet hebûn, li ber bûn, biniyet bûn, hewl dan, armanc bûn
    Min dikir bipirsim lê ez newêriyam.
  3. nêzîk bûn, kêm man ku tiştek biqewime
    Ji qehran dike xwe bikuje.
  4. lîstin, pê ve mijûl bûn
    Ez futbolê dikim.Ez futbolê dilîzim.
  5. zewicîn, mêr kirin, şû kirin, jin anîn, wek hevser qebûl kirin
    Ez bêmêr bimirim jî, ez te nakim.
  6. gan kirin, seks kirin
  7. xwestin
    • Kir ku ji avê derbas bibe. — (1857, Mela Mûsayê Hekarî, amadekariya Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, di 2022 de hate weşandin, rûpel 116)
  8. wek lêkereke sivik bo çêkirina lêkerên ji navdêr û rengdêran

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Agadarî Agadarî: Gelek peyv bi alîkariya lêkera sivik ya "kirin" tên çêkirin loma rêzkirina hemûyan li vir ne mimkin e. Bnr. Lêkerên li gel "kirin" (pêkhatî), Peyvên kurmancî yên hevedudanî bi kirin.

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî کردن (kirdin), kurdiya başûrî kirdin, lekî kirdin, goranî/hewramî kerdey, zazakî kerdene, farisî کردن (kerden), tacikî кардан (kardan), partî 𐭪𐭫𐭲 (kirt), pehlewî 𐭪𐭫𐭲 (kirt), avestayî 𐬐𐬆𐬭𐬆𐬙𐬀 (kərəta, kirî) û 𐬐𐬆𐬭𐬆𐬥𐬀𐬊𐬌𐬙𐬌‎ (kərənaoiti, ew dike), hexamenişî 𐎠𐎤𐎢𐎫𐎠 (a-ku-u-t-a /akutā/, wî kir), sanskrîtî कृणोति (kṛṇóti) û करोति (karóti), hindî करना (kerna), ûrdûyî کرنا (kerna), hîtîtî 𒆪𒂊𒅕𒋫 (ku-e-er-ta, kir) û 𒆪𒅕𒈪 (ku-er-mi, dikim), lîtwanî kùrti (kirin, çêkirin, ava kirin) û kerė́ti (sihr kirin), rûsî ча́ры (čáry, sihrkirin). hemû ji proto-hindûewropî *kʷer- (kirin, çêkirin, ava kirin).

Ji heman rehî herwiha peyva kar û paşgirên -kar, -ker, -gar, -ger (-ger wek bo nimûne di peyva asinger, hesinger de).

Peyv ji zimanekî hindûîranî ketiye hinek zimanên ûralî jî, bo nimûne: ûdmûrtî карыны (karyny) û komî-permyakî керны (kerny).

Wek paşgirên -kâr, -ker, -gâr ketiye tirkî û gelek zimanên din jî yên tirkîkî, bo nimûne di van peyvên tirkî de: muhafazakâr, peyker, rüzgâr û bi dehan an bi sedan peyvên din.

Çavkanî:
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Derksen, Rick: Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997): Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

kirin m

  1. kar, kiryar, emel, fêl, fealiyet, xebat, şol, encamdan, bicihanîn, çêkirin
    Kirina wî karî ne hêsan e.
    Divê mirov ji kirinê netirse.
    • Di berhemên Fiqih û Usûlu’l-Fiqhê derbas dibe; fermaneke ku kirina tiştekî/’îbadeketekê di wextê wê lazim bike, qezakirina vê peywira ku di dema xwe nehatiye edakirin jî pêwîst didêre. Ma ev tişt ne rast e? Hûn dikarin di çarçoveya nimêja qeza de vê şîrove bikin? — (2019 tîrmeh 21, fetwayenkurdi.com[1])
    • Lêkera netêger an jî întransîtîv ew tewre lêker e ku tevger an kirina wê yekser tesîrê li objektekê nake. Ew çalakî an bûyer bê objekt çêdibe û dema ku ew çalakî pêk tê, tesîreke yekser li tişt an kesekî nayê. — (2019 tîrmeh 21, bloga Baran Rizgar[2])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kirin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kirin kirin
Îzafe kirina kirinên
Çemandî kirinê kirinan
Nîşandera çem. kirinê wan kirinan
Bangkirin kirinê kirinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kirinek kirinin
Îzafe kirineke kirinine
Çemandî kirinekê kirininan

Etîmolojî

[biguhêre]

Li jortir binêrin.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]