li ber bûn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

li ber bûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: li ber -b-
RP.
Niha
ez li ber dibim
tu li ber dibî
ew li ber dibe
em, hûn, ew li ber dibin
Fermanî Yekjimar li ber bibe
Pirjimar li ber bibin
Rehê dema borî: li ber --
RP.
Boriya
sade
ez li ber bûm
tu li ber bûyî
ew li ber bû
em, hûn, ew li ber bûn
Formên din: Tewandin:li ber bûn

li ber bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz

  1. pêşberî anku miqabilî tiştekî bûn
    Mala me li ber mizgeftê ye.
  2. çavdêrî yan sereguhiya tiştekî yan kesekî kirin
    Bav li ber zarrokan dimîne û dayik dixebite.
    Şivan li ber pezî ne.
  3. cil li kesekî bûn
    Dekolteyek sor li ber wê bû.
  4. niyeta yan tedbîra kirina tiştekî hebûn
    Serok Bush li ber e ku biçe Rojhilata Navîn.
  5. viyan karek kirin
    Min li ber bû biçim bazarî.

Etîmolojî[biguhêre]

Ji li + ber + bûn.

Werger[biguhêre]