Here naverokê

lîstin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /liːsˈtɘn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: lîs·tin

Lêker

[biguhêre]
lîstin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -lîz-
RP.
Niha
ez dilîzim
tu dilîzî
ew dilîze
em, hûn, ew dilîzin
Fermanî Yekjimar bilîze
Pirjimar bilîzin
Rehê dema borî: -lîst-
RP.
Boriya
sade
min lîst
te lîst
wê/wî lîst
me, we, wan lîst
Formên din: Tewîn:lîstin
Du zarok bi gog û avê dilîzin.

lîstin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. yarî kirin, bazî kirin, geme kirin, le'b kirin
    Min futbol lîst; min veşronek lîst.
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN:
      îshokey, li dunyayê yek ji wan lîstikên populer e. Li ser qeşayê tê lîstin. Lîstikeke bi lez û dijwar e. Tîma wê ji şeş kesan pêk tê. Sê lîstikvan li pêş, dudu li hêla paş, qeleyê diparêzin û yek jî qelecî ye. Sê peryodan tê lîstin û her peryodek jî 20 deqîqe ye. Divê lîstikvan bi kaşoyan gogê bavêjin qeleya hember.
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN:
      Veşartok lîstikek e ku hemû zarok pê dizanin û dikarin bilîzin. Yek disekine, çavên xwe digire û dijmêre û yên din jî dest pê dikin û xwe li gelek ciyan vedişêrin.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Hesenê Metê, Labîrenta Cinan, Stenbol: Weşanên Peywend, →ISBN Invalid ISBN:
      Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Mehmed Uzun, Bîra Qedere:
      Hîkmet, Tevfîk, Safter û Mezo jî bi Bedîrxan dilîstin û ew dilorandin.
  2. aktorî kirin, şanogerî kirin:
    Di filmekê/şanoyekê de lîstin.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Belkî hevreha farisî آلیختن (alîxten, hilavêtin, xwe avêtin), ji îraniya kevn *rais- (xwe avêtin), sanskrîtî "rej-", ji proto-hindûewropî *leig-, *loig-. Ji formek hindûewropî wek *loyg-éye-ti > hindûîranî *laycayati > îranîkî *leyceyeti û paşê wek *lejîd-/*lejîst- di kurdî de hebe ku paşê bûye lehîstin, bi bişivîna j>h. Guhartoyên sereke ên leystin û lîstin ji forma berê lehîstin in. Li hin deveran bûye lihîstin>lîstin, li hin deveranlehîstin>leystin. Hevreha litvanî láigyti (çirtik û lotik avêtin, li dor xwe avêtin wek lîstin), ingilîzî like, -ly, -like û lich, elmanî -lig, laichen û Leiche. Ev reha hindûewropî tenê ji peyvên zimanên balto-slavî, hindûîranî û cermenî dikare bê jinûvesazkirin. Gumandarî ye ku zimanên din ên kurdî lêkerek wiha na lê ên bi lêkerek alîkar çêkirî bi kar tînin, bide ber zazakî kay kerdene û soranî/badînanî yarî kirin. Bo guherîna maneyî a wekhev bide ber çîstin û farisî جستن (cesten, hilavêtin, xwe avêtin)

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya play a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

lîstin m

  1. yarîkirin, lîstikkirin, gemekirin
    Lîstina bi gogê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina lîstin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstin lîstin
Îzafe lîstina lîstinên
Çemandî lîstinê lîstinan
Nîşandera çem. lîstinê wan lîstinan
Bangkirin lîstinê lîstinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî lîstinek lîstinin
Îzafe lîstineke lîstinine
Çemandî lîstinekê lîstininan

Werger

[biguhêre]