Gotûbêj:lîstin

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ev gotar li gorî rêzikên standardkirinê yên Wîkîferhengê hatiye standardkirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.


lîstin / leystin--Balyozxane (gotûbêj) 21:50, 4 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj[biguhêre]

ŞiroveBi Nêrîna min lêker chiqas di zimanê me de kêrhatî be bila meyla me li ser wê be, her wisa di vê mînakê de dibînim ev herdu lêker xwedî hinek derfetan in, pirraniya kurmancan lîstin bikartîne. Eger ev lêker bibe bingeh, divê peyvên ji vê hatîne chêkirin jî bibin standard. Lê di lêkera leyiztin de jî derfet hene ku mînak ji bo “game”, leyiz berbelavî tê bikaranîn. Ji bo standardîzekirinê bila navdêr û rengdêrên vê lêkerê j bên vekolin Mohajeer (gotûbêj) 06:36, 6 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove mastar:lîstin, koka dema borî:lîst (Min list), koka dema niha:lîz (ez dilîzîm) (Rêzimana Kadrî yildirim). Lî(s) û Lî(z); hin deran z ditewa û dibe s. Di Ferhenga Rastnivîsê Kurdî de; Lîz:oyun, Lîzbaz:oyuncu, Lîzbazî:Oyunculuk. Lê wexta lîz pêvek distîne, dibe lîs mînak lîstin:oynamak, listok:oyuncak, lîstîkvan:oyuncuRewiye tine (gotûbêj) 10:35, 16 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

--Rewiye tine (gotûbêj) 20:58, 20 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • lîstinChyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • lîstinAmadekar: Azad MAKÛYÎ, Haşim MEHMÛDÎ, Şehnaz OMERZADE, Nasir ECEMÎ, Mohsin QULÎZADE, Kejal PADAŞ, Efsûn YÛSIFΠFerhenga Kurdî (Kurmancî) - Farsî, Weşîner: Berhevkar, Tehran, 2012, r. 72, ISBN 976-964-5821-40-9
  • lîstinQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960
  • lîstinAmadekar: Musa Anter Ferhenga Khurdî - Tirkî [arşîv], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967
  • leyîstînZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005.
  • leyistîn → J. Blau, Kürtçe/Türkçe/Fransızca/İngilizce Sözlük , Sosyal Yayınları, Mayıs, 1991, r. 181.
--Balyozxane (gotûbêj) 15:21, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Lîstin li gorî Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê hatiye standardkirin. Ji kerema xwe piştî hefteyekê awayên din wek guhartoya lîstin biguherînin.
--Balyozxane (gotûbêj) 15:21, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]


lîstin yan leyîstin????[biguhêre]

gelo heger em hemu gel hev tiştek xelet baver ken û bêjin diriste, yê ew tişt dirist be??? lîstin peyveke ku valîstin(inglîzî:Lick) lê hatîye vergirtin û bi bavera min çi peyvendîyek bi leyîstin nîne, û ewe tinê xeletîyek devokî û telozîye... ya dirist leyîstine.... heger hun baştir dizanin zanyarîyê bidene me jî... sipasRojitan (gotûbêj) 13:32, 22 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

gerguhêz an negerguhêz?[biguhêre]

Silav @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Jiju, û Bikarhêner: Ev peyv wek negerguhêz hatiye nivîsîn lê tewîn û tewandin li gor gerguhêzê hatiye nivîsîn. Min bi hevalekî re nîqaşek li ser wê kir lê li gor formata wîkîye em çawa çêkin? Ev peyv carinan gerguhêz carinan jî negerguhêz e.--Balyozxane (gotûbêj) 11:25, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Bi nêrîna min "lîstin" bi temamî gerguhêz/transitîv e: Ew futbolê dilîze, ew bi gogê dilîze... Hûn dikarin nimûneyekê bidin ku "lîstin" tê de negerguhêz/intransitîv be? Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 12:15, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
silav ji we re, "lîstin"+kurdî&source=bl&ots=3kNSqiEwjt&sig=ACfU3U09QSoIK9GuRSLbFwsL85Dgsn8Zgw&hl=de&sa=X&ved=2ahUKEwjKrdmb4M7oAhVSKewKHYyICLY4ChDoATAJegQICBBN#v=onepage&q=lîstin&f=false binêrin --Şêr (gotûbêj) 12:20, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Di vê pirtûkê de li peyva "lîstin"ê bigerin (rûpel: 11). (Pirsgirêk di lînka min de heye.) --Şêr (gotûbêj) 12:23, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji pirtûkê (nav: Encamên Psîkolojîk ên Serboriyên Trawmayê li ser Jinên Kurd ên Penaber):
Lê li aliyê din me lêkera "lîstin" weke derbasder qebûl nekir. Ji ber ku ji bo derbasker be divê objeyên yekser karibe bigire. Lê lîstin di rastiya xwe de objeyan ne-yekser digire. Weke mînak: "Ez bi gogê dilîzim" (weke, "ez bi fîlm dikenim"). Ji ber wê jî di dema bihurî (borî) de em awayê "ez bi gogê lîstim" bi kar tînin (weke ez bi fîlm kenîm). --Şêr (gotûbêj) 12:30, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
+ Bnr.: [1] --Şêr (gotûbêj) 12:51, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Pirsa me bi ya min divê ev be: "lîstin" û "pê lîstin" heman wateyê didin me? ... ji ber ku binêre: Ez keniyam û ez pê keniyam. Kenîn (negerguhêz) (elmanî: lachen) û pê kenîn (negerguhêz) (auslachen) û wateyên cuda didin. Û her wiha binêre: kenê xwe pê kirin (gerguhêz) --Şêr (gotûbêj) 12:57, 4 nîsan 2020 (UTC). --Şêr (gotûbêj) 12:58, 4 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Hakîmo: dikarî fikrên xwe li vir jî bibêjî bêyî guherandinê?--Balyozxane (gotûbêj) 12:11, 5 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bi rastî ez jî ney piştrast im, lê ez wek mînak wiha bi kar tînim: Me duh tevî zarokan çû seyranê veşronek lîst. Me çi lîst? Me veşronek lîst. Veşronek lîstik e. Gog jî lîstok e; ne lîstik e. Em bi lîstokan çi dikin? Em pê dilîzin, yanî wekî din Em duh tevî zarokan çûn seyranê (u em) bi gogê lîstin., lê Me duh tevî zarokan çû seyranê gog lîst. nabit, çunkî "gog" ne lîstik e. Te fehm kir? Wekî din ez nizanim çawa ji te ra rind vebêjim, hevalê min. "Futbol" jî dikarit him gerguhêz bit him jî negerguhêz bit, çunkî him lîstik e him jî lîstok e, yanî meriv li vir serbest e. Hakîmo (gotûbêj) 13:57, 5 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevlano. Ew li hin devokan gerguhêz, lê li hin(kêmtir) devokan negerguhêz e. Li aliyê me jî negerguhêz e. Loma ew di dema borî de cînavên netewandî/xwerû/sade digire. Jixwe di strana "ser banîka" de jî negerguhêz ("Em dîlstin ser xanîka", ger ger guhêz bûya gerek "me dîlist ser xanîka" bûya). Li aliyê Semsûrê û di Kurdî ya Natoliya Navîn de ew negerguhêz e. wek mînak :[2] --Cyrus the virus (gotûbêj) 21:28, 5 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Cyrus the virus. Tu dikarî van agahiyan tevlî gotarê jî bikî? Di nav gotaran de navên herêman jî binivîsin metirsin :). Mixabin zimanê kurdî nehatiye standardkirin ji ber vê yekê navên herêman jî bi min pêwîst in, bo mînak (Ûrmiye) (pêş wateyê binivîsin wekî (herêm))--Ghybu (gotûbêj) 00:40, 6 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Cyrus the virus: Merheba. Li herêma min geh gerguhêz e geh negerguhêz e, û mîna ku min li jor nivîsandibû yê negerguhêz ji bo lîstokan bi kar têt (lê belê rast e ku zêdetir negerguhêz e, lê kesên ko herdem gerguhêz bi kar tînin jî hene, lê ew şaş e). Yê gerguhêz jî ji bo lîstikan e. Hakîmo (gotûbêj) 01:01, 6 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

gerguhez ne gerguhez[biguhêre]

@Balyozxane:Penaseyede hatiye diyarkirin biya min divê ne wisa be. Karê rêziman divê ne penaseye be --Rewiye tine (gotûbêj) 17:37, 8 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

Te wisa kiribû [3]--Balyozxane (gotûbêj) 19:25, 8 çiriya paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]