Here naverokê

fêl

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina fêl  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fêl fêl
Îzafe fêla fêlên
Çemandî fêlê fêlan
Nîşandera çemandî fêlê wan fêlan
Bangkirin fêlê fêlino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî fêlek fêlin
Îzafe fêleke fêline
Çemandî fêlekê fêlinan

fêl m

  1. lêb, hîle, xap, dekûdolab, qîle, fen, xapandin, xirrandin
  2. fîîl, kiryar, kirin, xebat (bi taybetî yên xirab)
    • Gopalê fêl pê hatibû kirin... — (Robert Louis Stevenson, (wergêr Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. HydeAvesta2020, r. 32, ISBN 978-605-2246-80-1)
  3. (rêzimanî) lêker

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî فعل[çavkanî hewce ye] (fi'l: 1) kiryar, kirin, kar) ji فعل (fe'ele, kirin), hevreha aramî ܦܥܠܐ (pe'ela), îbrî פעל (pe'el). Ji heman rehî: fail, fêr, fi'l, mefûl, pale. An dibe ku hevrreha farisî فریب(ferîb) û فریفتن(ferîxten)(xapandin), pehlewî [skrîpt hewce ye] (plyp /⁠frêb⁠/), ji pêş-îranîkî *fre-(ber) + *deb-(xapandin, fêl kirin) ji pêş-hindû-ewropî *dʰebʰ-(xapandin). Herwiha binêrre fên digel fend/fen ku heke ji erebî فن bûya mihtemelen deng wisa neguherriya û firîbaz(xapîner, fendoyî).

Werger

[biguhêre]