Here naverokê

guman

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd): /ɡʊˈmɑːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: gu·man
[biguhêre]
Guman, Henrietta Rae, 1886

guman m

  1. Rewşa zihnî ya nebawerî û dudiliyê; nebûna piştrastiyê li ser rastî, duristî an pêkhatina tiştekî
    Hevmane: şik, şube, gûş, hulhul, hulhulî, şûf, dudilî, dilwasî, bêbiryarî
  2. (devokî, di nav Kurdên Agirî û Rusî/Ermenîstanê) hêvî, umêd, awat
    Ev xaniyê germ ji bo rojên zivistanê yên xedar bû gumana me.
    • 1986, Egîdê Xudo, Dê û Dêmarî, Weşanên Nûdem, di 1995 de hate weşandin:
      Saşa îdî mezinbû, li ber dilê Karê bûbû stûn, gumana mezin.
    • 2012 kanûna paşîn, Mahmut Ogurlu di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de:
      Li ba me [=li Bazîdê / Agirî] peyva "guman" tê wateya "hêviyê". Mînak: Gumana min tenê tu yî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina guman
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guman guman
Îzafe gumana gumanên
Çemandî gumanê gumanan
Nîşandera çem. wê gumanê wan gumanan
Bangkirin gumanê gumanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gumanek gumanin
Îzafe gumaneke gumanine
Çemandî gumanekê gumaninan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Li Serhedê guman maneya "hêvî" dide û hêvî jî maneya "tika" dide.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-îranî *vi- (“dij, cuda; dûr”) + *man- (“raman, fikirîn, hizirîn”) ji proto-hindûewropî *men- (“raman, fikirîn, hizirîn”), hevreha avestayî vîmane-, pehlewî guman, farisî گمان (guman), soranî گومان (guman), zazakî guman. Hevrehên din yên kurmancî: dijmin, raman. Herwiha hevreha sanskrîtî मनस् (menes, “raman, hiş”), yûnanî μένος (mênos, “hiş; hez”), latînî mementō (anîn bîra xwe), îngilîzî mind (hiş, raman), rusî мысль (misli, “raman, fikir, hizir”)... Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de hemberî "v" ya avestayî bi kurdî "g" ye, binere: gul, gur. Hevreh: guneh.

    Bide ber

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya doubt a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.