Here naverokê

şekir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Şekir bi giştî spî ye lê bi hin rengên din jî heye.

şekir cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar) li hin deveran nêr û li hinan jî , k-ya nerm

  1. qend, maddeyê şîrînkirinê
    (maddeyê ku bi taybetî çay û qehwe pê tên şîrînkirin.)
  2. şekirok, şîrînahî, konfet, kanfêt, xwarinên şîrîn
  3. (mecazî) her tiştê şîrîn

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Derdê te ye dil ji ber diêşit
    Şîrîn te kire şekir li Perwîz
    Ferhad ji rengê eskê xwînrîz
    — (~1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina şekir
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekir şekir
Îzafe şekira şekirên
Çemandî şekirê şekiran
Nîşandera çem. şekirê wan şekiran
Bangkirin şekirê şekirino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekirek şekirin
Îzafe şekireke şekirine
Çemandî şekirekê şekirinan
Tewandina şekir
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekir şekir
Îzafe şekirê şekirên
Çemandî şekirî şekiran
Nîşandera çem. şekirî wan şekiran
Bangkirin şekiro şekirino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şekirek şekirin
Îzafe şekirekî şekirine
Çemandî şekirekî şekirinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî شه‌کر (şekir), farisî شکر (şeker), belûçî شکل‎ (şekkel), pehlewî 𐭱𐭪𐭥‎ / 𐫢𐫞𐫡‎ (şeker), ji sanskrîtî शर्करा (śárkarā), ji proto-hindûewropî *ḱorkeh- (xîz, qûm, berikên hûr).

Peyva tirkî şeker, siryanî ܫܟܪ‎ (şekker) û erebî سكر (sukker) ji zimanekî îranî ne. Bi riya erebî peyv ketiye zimanên ewropî û pê re hemû dinyayê, bo nimûne fransî sucre, îngilîzî sugar, almanî Zucker, spanî azúcar (ji forma diyar ya erebî es-sukker).

Peyva rusî са́хар (sáxar) jî ji heman rehê sanskrîtî ye lê bi rêya yûnaniya kevn σάκχαρ (sákkhar) e.

Hevwateyaqend jî ji sanskrîtî खण्ड (khaṇḍa) ye. Ji vî rehî herwiha îngilîzî candy (şekirok, şîrînahî).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003), “şekir”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
  • Mackenzie, D. N. (1971), A Concise Pahlavi Dictionary, London, New York, Toronto: Oxford University Press.
  • Nişanyan, Sevan, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Modern] (bi tirkî): şeker
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Цаболов, Р. Л. [Cabolov, R. L., Tsabolov, R. L.] (2001-2010), Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка [Emcmoloƨcčeskcc̆ slovarʹ kurδskoƨo jazyka, Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova

Cûnên şekirê

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]
  • Şam şekir e, welat jê şîrîntir e.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sugar a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.