Here naverokê

spehî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /spɛˈhiː/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: spe‧hî

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv spehî
Komparatîv spehîtir
Sûperlatîv herî spehî (merkezî)
tewrî spehî (rojavayî)
spehîtirîn (soranîzm)
Gelek kes gulan wek spehîtirîn tiştî dihesibînin.

spehî

  1. Kesa/ê yan tişta/ê yan bejna wê / wî bi dilê mirovî ye.
    Hevmane: delal, bedew, ciwan, rind, xweşik, şîrîn
    Dijmane: kirêt
  2. baş, qenc, çê, çak
    Dijmane: xirab, nebaş
  3. sax, saxlem
    Dijmane: nesax, nexweş, xeste

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji spahî, wek farisî سپاهی/sipahi, yeksanî sipa +‎ . Bo guherrîna ramanê bide ber cundî, bedew; wek "esker, serbaz" > "xortê mêrxas u mengî" > "çeleng" u paşînî > "rind" bi giştî.

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]