Here naverokê

bejn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/bɛʒn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bejn
[biguhêre]

bejn m

  1. Dirêjahiya û/yan qelewiya mirovan.
    Hevmane: qam, qelafet, dilqe, bejnûbal, qamet, qilafet
    Lîstikvanên pîşeyî yên basketbolê bi giştî bejndirêj in.
    • Ji ber ku pişta wê tewiyabû, bejna wê pir kurt xuya dikir. — (Firat Cewerî (1986), Girtî, Weşanên Nûdem)
    • Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn
      Hulleê Cennet ji bejnê da firîn
      — (Mela Hesenê Bateyî (~1720), Mewlûda Kurdî)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bejn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bejn bejn
Îzafe bejna bejnên
Çemandî bejnê bejnan
Nîşandera çem. bejnê wan bejnan
Bangkirin bejnê bejnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bejnek bejnin
Îzafe bejneke bejnine
Çemandî bejnekê bejninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *bʰərgʰ- (bilind, berz), proto-îranî *berjnu-, avestayî berişnu-, farisiya navîn beşn, farisî بشن (beşn), zazakî bejn, soranî به‌ژنوباڵ (bejnubaɫ), herwiha hevreha berz, bilind û birc (bo zêdetir agahiyan li wan binere).

Werger

[biguhêre]

Mane

[biguhêre]
  1. Dara bejîbejn, bi dirêjayî xûyabûna merivan[1]

Çavkanî

[biguhêre]

Daçek

[biguhêre]

bejn

  1. li navbera ..., di navbera ... de

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên navber hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]