gav

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gav gav
Îzafe gava gavên
Çemandî gavê gavan
Nîşandera çemandî gavê wan gavan
Bangkirin gavê gavino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gavek gavin
Îzafe gaveke gavine
Çemandî gavekê gavinan
Şûna gava kesekî.

gav

  1. livîneke kurt bi piyan ango lingan, rakirina piyekî ango lingekî û danînapiçekê pêşvetir
    Çend gavan virve were.
  2. dûrahiya bi qasî gavekê
    Bi bîst gavan dikarî xwe bigihînî mala me.
  3. meşek pirr kurt
    Ji vir ta wir gavek e.
  4. dem, çax, wext, zeman, kat
    Gava ku ez hatim, tu ne li malê bûyî.
  5. bîsk, kêlîk, kurtedem, demek kurt
    Were gavekê rûne.
  6. qonax yan merhele
    Gava sêyem di projeya me de.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Ji mitrekê kêmtir.


Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gʷem- (hatin), proto-îranî *gam ("hatin") > *ga-man- ("gav"), têkildarî gamen- ("gav") ya avestayî, gam ya farisî û zazakî, gaw ya soranî, गच्छति (gachhati) ya sanskrîtî, gimti ("zan") ya lîtwanî, come ("hatin") ya inglîzî, kommen ("hatin") ya elmanî û komma ("hatin") ya swêdî...

Çavkanî: Cheung p.100, Horn p.198, Lubotsky
Hevreh: zeman, amayene ya zazakî, peyamber | Pokorny: 463

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Danmarkî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

gav

  1. dema borî ji lêkera ge (dan)

Swêdî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

gav

  1. dema borî ji lêkera ge (dan)