hingê
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê
Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
Hoker[biguhêre]
hingê
- wê demê, wî çaxî, wî wextî, wê gavê
- Hingê min ew nas kir.
- wî zemanî, wê gavê, ewçax
- Eger ez nikaribûma dîsan vegeriyama cîhana xwe!.. Hingê?.. — (Mehmed Uzun, Mirina Kalekî Rind, Weşanxana Orfeus, 1987)
Ji wêjeya klasîk[biguhêre]
- Bûye sunnet lew selam û redde ferd.
Cumle ehwal paşê hingê kirne erd.— (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)
Herwiha[biguhêre]
Pirsa wê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
"Hingê, hîngê" jî ji "hin-/hîn-" (wê) + "geh" + "ê" ye anku "wê gavê, wê demê". "Hin/hîn" wek peyveke serbixwe bi maneya "wê" yan "vê" di kurmancî de nîne yan nemaye lê hevrehên wê ha/han/hanê/he/henê" ye wek di peyvên "eva han, ewa han" û hwd de. Di farisî de jî "în" (ev[a han]) û "an" (ew[a han]) ji eynî rehî ne. Hevreha "hingê" di farisî de "angah" e ji ber ku "geh" di farisî de wek "gah" e. Bi heman awayî peyvên here (vir, vê derê) û hire ji hi- + derê hatine çêkirin wek ku vir jî ji vê + derê û wir jî ji wê + derê peyda bûye.
Werger[biguhêre]
- Çînî: 然后 → zh, 而后 → zh
- Tirkî: ?o vakit → tr
- Erebî: ?بينما → ar
- Almanî: darauf → de, dann → de, ?damalig → de
- Esperantoyî: tiam → eo
- Farisî: درآن صورت → fa, درآن هنگام → fa
- Fînî: silloin ^
- Fransî: alors → fr, à cette époque-là
- Holendî: toen → nl
- Inglîzî: then → en, while → en, at that time → en
- Inglîziya kevn: þa
- Japonî: それから (sorekara)
- Portugalî: então → pt, naquele tempo, naquela época, nesse tempo → pt, nessa época
- Rusî: тогда (togdá)
- Spanî: entonces → es
- Swêdî: då → sv
- Tirkî: o zaman, o halde → tr, o zaman → tr, yaparken → tr o tarakta bezi olmamak → tr