heywan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heywan heywan
Îzafe heywanê heywanên
Çemandî heywanî heywanan
Nîşandera çemandî heywanî wan heywanan
Bangkirin heywano heywanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heywanek heywanin
Îzafe heywanekî heywanine
Çemandî heywanekî heywaninan
Hin heywan.

heywan bi gelemperî nêr

  1. Heyberên jîndar yên dikarin bimeşin û hest bi tiştan bikin.
    • Kûçik, pisîk, çivîk, kevok û her heywan... Wî bi xwe tu ferq nedixiste navbera heywanan. Dibû ku hin heywanên ew jê aciz bû hebûn, lê dîsan jî wî ji heywanan hez dikir. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
  2. (nezanistî) Hemî ajalên din lê ne mirov.
  3. (heqaret) Mirovanezan yan bêsinc û bêexlaq.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Lew ji 'işqa te di dil da me vebû 'ilmê 'ubab
    Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek safî vexwar
    Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî حيوان(ḧeywan) ji rehê حيو‎ (ḧ-y-w-: jîn, jiyan) ku herwiha serekaniya peyvên wek heyat û Hewa ye jî. Heman peyva "heywan" di hemû zimanên misilmanan de cih girtiye: farisî حیوان‎ (hêyvan), tirkî hayvan, urdûyî حیوان(heyvan), azerî heyvan, endonezyayî hewan, swahîlî haiwani, qazaxî хайуан (xaywan)... Bo têkiliya navbera "heywan" û "jiyan"ê bide ber latînî animal (heywan) ji anima (ruh, nefes). Peyva latînî ketiye piraniya zimanên Ewropayê: îngilîzî, fransî, spanî û portugalî animal, îtalî animale... Di kurdî de van salên dawiyê pir hatiye hewldan ku peyveke îranî li cihê wê bê bicihkirin û peyvên wek "ajel" (bi eslê xwe peyveke tirkîkî), lawir, candar, giyandar" hatine bikaranîn lê ti ji wan bi temamî û bi dîqet maneya "heywan"ê nadin: hin jê tengtir in û hin jî berfirehtir in.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2[biguhêre]

heywan

  1. Guhartoyeke eywan.