jiyan

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

jîn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: --
RP.
Niha
ez dijîm
tu dijiyî
ew dijî
em, hûn, ew dijîn
Fermanî Yekjimar bijî
Pirjimar bijîn
Rehê dema borî: -- / -jiya-
RP.
Boriya
sade
ez jîm / jiyam
tu jî / jiyayî
ew jî / jiya
em, hûn, ew jîn / jiyan
Formên din: Tewandin:jiyan

jiyan lêkera xwerû, negerguhêz

  1. li jiyanê bûn
    Dapîra wî sed û du salan jiya.
  2. Jiyan domandin.
    Tevî hemû kuştaran jî Neteweya Kurd her dijî.
  3. Mal li derekê hebûn.
    Ew li Ewropayê dijî.
  4. Debara jiyana xwe kirin.
    Ger tu bêkar bimînî, dê çawan bijî?
  5. Zewq ji jiyanê wergertin.
    Bi rastî ew dizanin çawan xweş bijîn.
  6. Berdewam bûn.
    Ew miriye lê romanên wî her dijîn.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gʷey- ("jîn, jiyan"), proto-hindûîranî *ǰai-, têkildarî ciwa- ("jiyan") ya avestayî, cîw- ("jiyan") ya farisiya kevn (zindegî ya farisiya nû), जीवति (cîvati "jiyan") ya sanskrîtî, жить (jîti "jiyan") ya rusî, dzivs ("jiyan") ya latviyayî, gývas ("jiyan") ya lîtwanî, vivus ("jiyan") ya latînî, կեամ (keam "jiyan") ya ermeniya kevn, կեցցե (keççe "her bijî, aferîn!"), cwic ("jîndar") ya inglîziya kevn > quick ("lezgîn; bi lez") ya inglîziya nû.

Ji Proto-hindûewropî: *gwei- ("jîn"), Proto-hindûîranî: *ǰai ("jîn"), Avestayî: jwa- ("jîn"), Farisiya kevn: jīw- ("jîn"), Partî: jyw- ("jîn"), Pehlewî: zyw- ("jîn"), harezmî: zyw- ("jîn"), Sogdî: zw- ("jîn"), Farisî: zīy- ("jîn"), peştûyî: žwak- ("jîn") … alfabeya arî, Kurmancî: jîn ("jîn"), Soranî: jîn ("jîn"), Hewramî: jîwa- ("jîn"), Zazakî: ciwîyayene ("jîn"), Sanskrîtî: jīv- ("jîn"), Latînî: vīvo ("jîn"), Yûnanî: bio- ("jiyan"), inglîziya kevn: cwic ("jîndar"), Inglîzî: quick ("bi lez")

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jiyan jiyan
Îzafe jiyana jiyanên
Çemandî jiyanê jiyanan
Nîşandera çemandî jiyanê wan jiyanan
Bangkirin jiyanê jiyanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jiyanek jiyanin
Îzafe jiyaneke jiyanine
Çemandî jiyanekê jiyaninan
Jiyana hin riwekan.

jiyan

  1. Rewşa piştî zayînê û berî mirinê.
  2. Hemû dema ku kesek sax e.
    Hemû jiyana xwe me xweşî nedîtiye.
  3. Can, ruh.
    Jiyana xwe ji dest dan.mirin
  4. Tiştên ku bi hev re dijîn.
    Ew pisporê jiyana şêran e.
  5. Hemû dema ku tiştek dixebite yan tê bikaranîn.
    Jiyana van kompûteran ne dirêj e.
  6. Awayek yan parçeyek ji jiyanekê.
    Jiyana kurdan ya civakî.
    Jiyana min ya li derveyî welat.
  7. Xweşî, rehetî.
    Me ti jiyan nîne.
  8. Çalakî, aktîvîte.
    Ev bajar bi şev jî tijî jiyan e.
  9. Awayê jînê.
    Pirraniya mirovên vî bajarî jiyanek dijwar dijîn.
  10. Jiyanname, biyografî,
    hemû bûyerên giring yên jiyana kesekê/î
    (bi taybetî dema tê nivîsîn).
    Wî pirtûka "Jiyana Celadet Alî Bedirxan" nivîsiye.
  11. Mijara berhemek hunerî.
    Helbestên wê li ser jiyanê ne.

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Ax! mîrzayê biçûk, ez hin bi hin bi ser jiyana te ya bi kil û derd vebûm. Di demeke dirêj de kêfxweşiya di jiyana te de tenê ew bû ku te ji xwe re li rokê dinêrî çawa diçû ava. — (Mîrzayê Biçûk, Antoine de Saint-Exupéry, werger: Fawaz Husên, Weşanên Nûdem)

[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Formeke lêkerê[biguhêre]

jiyan

  1. Dema borî ya sade kesa yekem/duyem/sêyem pirjimar ya jiyan.