eywan

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. koşk, dîwan, seray, qesr, palas, koç,
    avahiyên mezin û şikodar (wek yên paşayan)
    • Gelek caran em li eywana paşayî kom dibûyin.
  2. bersifk, salon, korîdor

Ji wêjeyê[biguherîne]

  • Ez çûm eywaneke mezin, bi find û lembeycn ji zîv û zêr ku ji wan bêhna emberê radibû, ronî dibû. Li nîva eywanê hespek sekinî bû(...)
  • Eywana duyemîn ji ya ewil dewlemendtir bû, bi kevirên elmas, yaqût, yaqûtê saîmanî tije bû.
  • Li eywanan, li bexçe, an rûnijtî an li piyan nobedar û pêjkar û xulam hebûn(...)
  • Eywanên din jî hemî bi hêjayên erd û deryayê yên wek mucewher, topaz, fîrûze, sumbil, kevirên yemenî, kevirên birqok yên giranbuha ji hemî rengan, guldank ji mîneralên kesk, gerdenî, bazin, kember û hemî cûre cewahîrên xemlê ku li gencineya şah û mîran hene, tije bûn.

(Çîroka Hezar û Şevekê, werger: Serdar Roşan, Weşanên Nûdem)

Herwiha[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Ji[biguherîne]

hevreha farisî ایوان (eywan), pehlewî aywen, ji îranî. أيوان (eywan) ya erebî û eyvan ya tirkî û iwan ya hin zimanên ewropî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Lew du kewkeb çûne vê ra istiwayê rast û çep
Bête eywanê ji xelwê horiya qudsî-sirişt
Sed hezaran hor-i qudsî tên liqayê rast û çep
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Werger[biguherîne]