Here naverokê

peya

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /pɛˈjɑː/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: pe·ya
[biguhêre]

peya n, p-ya nerm

  1. zelam, mêr, kabra, mirovên nêr
    • Bûbê, çav li wan peyayên ku li ber siya dîwêr rûniştibûn, ket. — (Firat CewerîGirtî , Weşanên Nûdem1986)
    • Ew peyayê bêînsaf dîsan nexweş ketiye, rewşa wî xerab e... — (Bexçeyê Vîşne, Anton Çexov, Weşanên Nûdem)
    • (...) ji otomobîlê peyayekî dirêj î bi simbêlên dirêj, bi cîzme, bi şewqetareke mezin derket (...) — (Dara Hinarê, Yaşar Kemal, Weşanên Nûdem)
    • Kêmbûna keç û jinan li ser taxê baş diyar dikir ku civata bajêr yeke wisa bû ku şûna jinan tê de li paş deriyan bû. Tenê tek û tûk jin û keç, pirraniya wan bi sê-çar gavan li paş peyan, di taxa navenda bajêr de dimeşiyan. Heta carine mirov jineke berbexte li dû lawekî deh-duanzdeh salîn di rê de didît. — (Şahînê Bekirê Soreklî: Veger, roman, Kovara Mehname, hj. 79, 9/2006)
  2. (mecazî) jêhatî, wêrek
    Tu nizanî çi peya ye ew!..

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina peya
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peya peya
Îzafe peya
peyê
peyayên
peyên
Çemandî peya
peyî
peyayan
peyan
Nîşandera çem. peya
peyî
wan peyayan
wan peyan
Bangkirin peyayo
peyo
peyayino
peyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî peyayek
peyek
peyayin
peyin
Îzafe peyayekî
peye
peyayine
peyine
Çemandî peyayekî
peye
peyayinan
peyinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha farisî پیاده (piyade), pehlewî peyadek/pedatek, têkilî . بايدق (baydeq) ya erebî û piyade ya tirkî ji zimanên îranî ne.

Werger

[biguhêre]

Hoker

[biguhêre]

peya, p-ya nerm

  1. bi meşê, bi piyan / ling (meşîn; ne bi siwarî)
    • Hê wilo traktorên bi erebeyên naylonî, kamyon, erebeyên hespan û yên bi peya gundî vegeriyan malên xwe. — (Dara Hinarê, Yaşar Kemal, Weşanên Nûdem)
    • Li navenda bajêr otobûsa ji paytextê dewletê dihatî rawestiya, bîst û yek kes, ku ji wan çar jin û sê zarok bûn, jê peya bûn. — (Şahînê Bekirê Soreklî: Veger, roman, Kovara Mehname, hj. 79, 9/2006)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Têkildarî peyvên û .

Bide ber

[biguhêre]

Binêre

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]