Here naverokê

pêlav

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
cotek pêlavan

pêlav m

  1. Tiştek e mirov dikin herdu piyên xwe daku piyên xwe ji êşînê biparêzin dema li derve digerin.
    Hevmane: sol, şekal, meres, postal
    Cotê pêlavan ji du kitan pêk tên ku yek kita piyê rastê û yek jî kita piyê çepê ye.
    • 2013 kanûna paşîn, Îsmaîl Şahîn di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de:
      Cûnên sol û pêlavan li ba me ev in: pêlav (navekî giştî ye), şimik, qundere, kilaş (pêlava dezî ye), kale (pêlava werzişî ye anku ya sporê), kalik (pêlava şivanan) = çarox = reşik, potîn (pêlava basik kurt), cezme (pêlava lastîka basikdirêj), çekme (pêlava qayîşa basikdirêj), sendel (pêlava tenişt û bêvil vekirî ya havînan), şekal (qundereya dirryayî).

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pêlav
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêlav pêlav
Îzafe pêlava pêlavên
Çemandî pêlavê pêlavan
Nîşandera çem. pêlavê wan pêlavan
Bangkirin pêlavê pêlavino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pêlavek pêlavin
Îzafe pêlaveke pêlavine
Çemandî pêlavekê pêlavinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî pêlaw, bi metatezê ji *pêval / *pêwal (ji *pêvar / *pêwar) anku "cilê piyan, ya ku piyan diniximîne" ji + -wal / -war ( wek şelwal / şelwar. ji pê û lav, lav hevreha lam a Farisî bi wateya xemil, kumzirî.

Bide ber

[biguhêre]

Binêre herwiha

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]