reş
Here nagîvasyonê
Here lêgerînê

Kurmancî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
reş | herî reş |

reş
- (reng) tarîtirîn reng, rengê ji hemiyan tarîtir, wek rengê rejiyê. #000000
- -Tu jî mîna Fêdkayê min esmer î, çevreş, porê te reş. — (Frîda Hecî Cewarî, Bîranînên Min, Weşanên Lîmûş, 2010)
- Digel ku emrê wî hê sî û pênc bû jî tayekî reş di porê wî de nemabû. — (Firat Cewerî, Kevoka Spî, Nûdem, 1996, ISBN 978-9188592156)
- Û ew libasêd reş heta şeş mehan û yaxo salekê li ser ehlê (xizmê) meyyitî dimînin. Ew ehlê meyyitî heta ji şînê bidernekevin naçine dawet û kêfxweşiyan. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, r. 53, ISBN 9789944360678)
- tarî, ji ronahiyê bêpar
- (...) mîna tîrekê navdilê Qaçax hingavtin, ling lê lerizîn, ber çavên wî reş bû (...) — (Sîma Semend, Xezal, Weşanên Nûdem, 1996)
- temirandî
- Ka wê çirayê reş bike.
- çermreş, mirovên çermreş yên mîna efrîqiyan
- Zelamekê req û hişk û reş hate bi nik wan ve. — (Xelîl Duhokî, Antolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1994)
- bêyom, pirr xirab, nebaş
- Bextê me reş e, kezeb birîn e. — (Mehmed Uzun, Siya Evînê, Wêşanxana Orfeus, 1989)
Ji wêjeya klasîk[biguhêre]
- Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin— (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Herwiha[biguhêre]
Hevmane[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Taliyê ji proto-îranî *ra(n)ǰ- (“reng kirin, boyax kirin”). Hevreha soranî ڕەش (reş), xotanî rraşa (“ya ku bi rengê tarî”), talişî رش (rəş, “qehweyiya zelal”), sogdî [skrîpt hewce ye] (rɣš- /raxš/, “Rexş, hespê Ristem”), farisî رخش (rexş, “sor”), mazenderanî رش (raš, “sor”). Guherîna maneya rengan di zimanên hindûewropî de diyardeyeke berbelav e.
- Çavkanî:
- Cheung, Johnny, Etymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 314
Bide ber[biguhêre]
Bi zaravayên din[biguhêre]
Werger[biguhêre]
- Afrîkansî: swart → af
- Çînî: 黑色 → zh (hēisè)
- Yûnanî: μαύρο → el (mávro) n
- Almanî: schwarz → de, ?umgangssprachlich → de
- Erebî: أسود → ar (aswad), ?أحم → ar, ?أدهم → ar, ?أربك → ar, ?أسحم → ar, ?اسود → ar, ?البهیم → ar, ?الجون → ar, ?الدهم → ar, ?الفحم → ar, ?الیحموم → ar, ?حاتم → ar, ?فحیم → ar
- Estonî: must → et
- Farisî: سیاه → fa (siyah), سیاه → fa, مشکی → fa, سیاه → fa, مشکی → fa
- Fînî: musta → fi
- Fransî: noir → fr
- Holendî: zwart → nl
- Mecarî: fekete → hu
- Îbranî: שחור → he (shachor), שחורה → he (shchora)
- Indonezî: hitam → id
- Inglîzî: black → en, sable → en, mela- → en, ?ebon → en, ?melanic → en, ?tabby → en, ?afro-american → en, ?nigrescent → en, ?black bile → en
- Înterlîngua: nigro → ia
- Îrlendî: dubh → ga
- Îtalî: nero → it nêr
- Japonî: 黒 → ja (くろ, kuro)
- Javayî: ireng → jv, cemeng → jv
- Latînî: niger → la, nigra → la, nigrum → la
- Lîtwanî: juoduma → lt mê
- Polonî: czarny → pl
- Rusî: чёрный → ru (chjórnyj)
- Sebwanoyî: itom → ceb
- Slovenî: črna → sl mê
- Spanî: negro → es nêr
- Swêdî: svart → sv
- Tagalogî: itim → tl
- Tirkî: kara → tr, siyah → tr, hayalet → tr, kâr → tr, karartı → tr, korkuluk → tr, siluet → tr, kuzguni siyah → tr, arap → tr, hayal → tr, ?gölge → tr, ?karaltı, karartı → tr, ?kör → tr, ?silüet → tr
[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | reş | reş | ||
Îzafe | reşê | reşên | ||
Çemandî | reşî | reşan | ||
Nîşandera çemandî | wî reşî | wan reşan | ||
Bangkirin | reşo | reşino | ||
Zayenda nêr a nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | reşek | reşin | ||
Îzafe | reşekî | reşine | ||
Çemandî | reşekî | reşinan |
reş nêr
- Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
- Wekû muddeyê hiznê (dema xemgîniyê) temam bûyî axayêd wan û yaxo xizmekî wan ji boy her yekî ehlê meyyitî, anegore halê xwe tiştekî tîne û reşêd wan heldigire, ji şînê biderdikevin. Lakin eger ew meyyit begzade û yaxo axa û mirovekî kifş bûya elbette paşî panzdeh rojan hakimê wî welatî xelatek hazir dikirîn û dişande pê warisê meyyitî (xwediyê kesê ku miriye) û tînane hizûra xwe û digotêne: Emrê xwedê ye, bilanî tu xweş bî, mirin rêya me hemûyan e. Ew xelat li wî warisî dikirîn û ji reşê biderdanîn(derdixistin). — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, r. 53, ISBN 9789944360678)
Werger[biguhêre]
Soranî[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
reş
- Bi alfabeya latînî nivîsina ڕەش (reş).